ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'Ê

  • 09:00 24 Nîsan 2021
  • Rojev
*Şaredariya HDP’ê ya Silopiyê ku dest bi xebata çandina dar û gûlan kiriye, bi destên jinan xwezayê zindî dike. Seroka Midûriyeta Polîtîqayên Jinan a şaredariyê Nergîz Ant a ku têkildarî mijarê axivî, got ew ê bi destên jinê bajarê xwe xweşiktir bikin. BI DÎMEN
 
*Li Tarlabaşi rojeva sereke ya jinan xizanî û betaliye. Li taxa ku piranî malbatên kurd ên koçber dijîn, amadekariya wan ya ji bo fitarê jî dirêj berdewam nake. Ji ber ku çi bibînin wê dipijirînin. Jinan bertek nîşanê belavkirina kartol û pîvazan ku hikûmet ji bo pêşî li xizaniyê bigire belav dike dan û gotin li hember wan dewlet tune. BI DÎMEN 
 
*Di ser Qirkirina Ermeniyan de 106 derbas bû. Siyasetmedara Ermenî Alîn Ozînîan, diyar kir ku Ermeniyan beriya qirkirinê têkoşîna ku li jiyanê bimînin didan. Rojnameger Lusyen Kopar jî balkişand ser polîtîkaya ‘parçe bike, tune bike’ û got: “Em ewil hatin parçekirin, lê em tune nebûn.” BI DÎMEN 
 
* Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ku Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi armanca Kurdî bibe zimanê fermî dabû destpêkirin de, bi tena serê xwe 6 hezar îmze hat komkirin.  Têkildarî mijarê Aynur Gezor got: “Bila her kes li dijî polîtîkayên pergalê, bi Kurdî biaxive.” BI DÎMEN