Li Mexmûrê koma 64'emîn greva birçîbûnê dewir girt

  • 10:20 23 Nîsan 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar hatiye destpêkirin îro koma 64’emîn dewir girt. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro koma 64’yemîn dewir girt. 127 roj in çalakî didome. 
 
Merasîma dewirgirtinê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 63’yemîn Hewar Gabarî axivî û di serî de xêrhatina gel kir û got: "Dîroka mirovahiyê û çîroka koçberiya me ev îspat kiriye ku ew kesên ku di doz û têkoşîna xwe de bi biryar bi serketine û berovajî wê jî ew ê du dil û bê biryar û bê îrade jî binketine. Weke koma 63’yemîn em bi biryarin ku vê têkoşînê heya dawiyê bidome."
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû