ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2021'Ê

  • 09:00 23 Nîsan 2021
  • Rojev
*Wesîle Oncu ya 2 zarokên wê beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê bû û du keçên wê jî Dayikên Aştiyê ne bal kişand ser çîroka têkoşîna xwe ya malbatî ya ji bo nasnameyeke azad. Wesîle û keça wê Xewla ya Dayika Aştiyê ye bal kişandin ser têkoşîna hevpar û gotin:"Me her got aştî û demokrasî. Me terka doza xwe û heqîqetê nekir." DÎMEN HEYE
 
*"Her hawira jinê di heman demê de dibin cihên hezkirin, rêzdarî û ked dayînê. Ji ber ku jiyana ligel hev a jinan bi giştî girêdayê ked û hişmendiya zayendê ye. Jinên bi hev re bi kedekê jiyan afirandibin ev îfadeya zindbûna têkoşîna azadiya jinê ye. Hatina gel hev û pîvana jiyana bi hev re, têkoşîna zayend, hişmendiya zayend û hezkirina zayendê ye. Jinên bi hişmendiyek wisa hatibin gel hev û îradeya xwe ava kiribin li dijî taybetiyên mêr jî têkoşîn dane û didin. Jin îro dizanin ku rêya azadiyê bi yekitiyê pêkan e." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
*Parêzer Funda Ekîn diyar kir ku derbarê Selîm Ahmet Kemaloglu ku jina bi navê Zeynep Şenpinar qetil kir, de cezayê muebetê hatiye dayîn û got ev di alî asta sûc de kêm e û got biryara dadgehê wekê ku fehskirina Peymana Stenbolê erê bike ye. BI DÎMEN