Jinên ku îfade dan: Ji bo li peymanê xwedî bê derketin me bang kir

  • 15:35 22 Nîsan 2021
  • Rojane
 
WAN - Jinên ku di vîdeoya ji aliyê TJA'yê li ser hesabê xwe yê medya civakî parvekir de cih girtin gaîz îfadê hatin kirin. Jinan  di îfadeya xwe bal kişandin ser girîngiya Peymana Stenbolê, diyar kirin ku ev ne sûc e û gotin ku ew li dijî her cureyê tundiyê ne. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, ji bo Peymana Stenbolê ji bo meşa ku di 10'ê Nîsanê de li dar xistin vîdeoyeke ku ji bo jinan vexwînin meşê vîdeoyek li se rhesabê medya civakî parve kiribûn û ji ber vê gazî îfadê hatin kirin. Ji jinên ku gazî îfadê hatin kirin Endama Meclisa Şaredariya Tuşbayê  Ayşe Mînaz û Hevşaredara Bêgirê ya Wanê ku qeyûm tayînî şûna wê hat kriin  Leyla Balkan li Muduriyeta Pololîsan a Wanê bi hinceta "Muxaletetî ji qanûna xwepêşandan û meşê re kirine"  îfade dan. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ve Halkların Demokratik Partisi (HDP) Van Kadın Meclisi üyeleri, İstanbul Sözleşmesi için 10 Nisan'da gerçekleştirmek istedikleri yürüyüş için  çağrı niteliğinde hazırladıkları videoyu sosyal medyada paylaştıkları için ifadeye çağırıldı. Van Emniyet Müdürlüğü'üne bağlı Güvenlik Şube'ye çağrılan kadınlardan HDP'li Tuşba Belediye Meclis üyesi Ayşe Minaz ve yerine kayyım atanan Muradiye Belediye Eşbaşkanı Leyla Balkan, "Toplantı ve gösteri yürüyüşleri kanununa muhalefet" iddiasıyla ifade verdi. 
 
Di dema îfadeyê de polîs ji jinan re got, "Hatiye tespîtkirin hûn bi gotina 'em xwedî li Peymana Stenbolê derdikevin' wê li ser medya civakî gazî jinan kiriye ku bên li Kolana Hunerê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wnê di 10'ê nîsanê de tevli meşê bibin. "
 
'Em li dijî her cureyê tundiyê ne'
 
Ayşe Mînaz diyar kir ku banga wan, ji bo hemû jinên li bajêr bûye û wiha berdewam kir, "Ev baga ku em dibêjin em li hember her cureyê tundiyê ne. Ev bangeke ne ji bo sorkirina li kîn û nefrteê ye."
 
'Wlîtîiyê bersiv neda me'
 
 Ayşe diyar kirin wan destûr ji walîtiyê xwestiye lê walîtiyê tu bersiv nedaye wan û dema ku wan ji bo 8'ê Roja Jinan a Cîhanê bang kirine ev banga wan sûc nehatiye dîtin got, "Min mafê xwe yê xwepêşandan û meşê yê qanûnî bi kar aniye."
 
'Ez jî naxwazim ji aliyê mêrekî ve bêm qetilkirin'
 
Leyla Balkan jî diyar kir ku wê di îfadeya xwe de gotiye ku wê jî vîdeo li ser medya civakî parve  kiriye û wiha berdewam kir, "Ez wekî jinên ku hatin qetilkirin naxwazim ji aliyê mêrekî ve bên qetilkirin. Min ji bo ku jin li Peyman Stenbolê xwedî derkevin bang kiriye. Ev jî mafên ê qanûnî ye. Ez li dijî tundiya zêde dibe banga têkoşînê li jinan dikim."
 
Leyla û Ayşe piştî îfadeyê serbest hatin berdan.
 
Hat diyarkirin ku wê derbarê vîdeoyê de îfadeya Nurcan Kayar a rêvebera HDP'ê û ya aktîvîstên TJA'yê Dîlan Yildiz û Ceyda Dîndar jî bê girtin.