DFG: Cîhan rastiyê ji rojnamegeriya kurdî hîn dibe

  • 15:28 22 Nîsan 2021
  • Rojane
 
AMED - DFG'ê di daxuyaniya ji bo Roja Rojnamegeriya Kurdî de diyar kir ku 123 derbas bûn lê hîn kelecana rojnamegerên kurd bi dawî nebûye û hat gotin rojnamegeriya kurdî li hemberî dagirkeriyê rolek mezin lîst.
 
Bi munasebeta 22'yê Nîsanê Roja Rojnamgeriya Kurdî Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) daxuyaniya çapemeniyê da. Hevserokên DFG'ê, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, endamên Komeleya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (Med-Der) û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniya li DFG'ê hat dayin, bûn. 
 
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DFG'ê Serdar Altan ve hat xwendin. 
 
'Kelecana rojnamegerên kurd bi dawî nebû'
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin kevneşopiya çapemeniya kurdî didome û wiha hat gotin:"'Di vê cerîdeyê de ez ê behsa qencîya îlm û marîfeta bikim; li ku derê mirov dielime, li ku derê medrese û mektebên qenc hene, ez ê nîşanî kurda bikim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaret çawa dibe; ez ê hemîya hîkat bikim. Heta niha kesê cerîdekê holê nenivîsîye. Ev cerîdeya min a ha, ya ewwulî ye.' Mîqdad Mîdhat Bedirxan 123 sal berê bi van gotinan mebesta xwe ya derxistina Rojnameya Kurdistan dianî ziman. Dema wî rojnameya yekem çap kir, di nava kelecaneke mezin de bû. 123 sal derbas bû lê kelecana rojnamegerên kurd bi dawî nebû. Bê guman rojanamegerî li her erdnîgariyê wek pîşeyeke herî dijwar tê pênasekirin. Em dikarin bêjin îro li her deverên cîhanê yek ji pîşe û kesên herî zêde rastî pêkûtiyan tên rojnamegerî û rojnamevan in. Bi taybet ger mijar rojnamegeriya kurd be, ev yek zêdetir derdikeve pêşberî mirov."
 
'Rojnamegeriya kurdî li hemberî dagirkeriyê rolek mezin lîst'
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin rojnamegeriya kurdî li hemberî dagirkeriyê rolek mezin lîstiye û wiha dewam kir:"Lêgerîna heqîqetê ya ku di 22’yê Nîsanê sala 1898’an hîmê wê ji hêla Mîqdad Mîdhat Bedirxan ve bi rojnameya Kurdistan hat avêtin, pêl bi pêl mezin bû. Kovar û rojnameyên di serdema borî de hatin çapkirin ji bo kurdan bûne banga serkeftinê. Her çiqas ev serpêhatiya rojnamegeriya kurd li sirgûnê be jî, bi xebata xwe ya bêhempa li cîhanê bûne sembol. Di pêvajoya 123 salan de rojnamegeriya ûurd di her kêliyên jiyana xwe de rastî zext û pêkutiyên cur be cur hat. Sedema vê ya herî bingehîn jî israra ragihandina heqîqetê bû. Li hemberî dagirkeriya li ser nasname, çand û zimanê kurd, bêdengiya cîhanê bi têkoşîna rojnamegeriya kurd perçe dibû. Ji bo civaka kurd pêwistî bi rojamageriya kurdî hebû û rojnamgeriya kurdî li hemberî dagirkeriyê di hişyarbûna gelê kurd de roleke mezin lîst."
 
'Li Tirkiyeyê hebûna çapemeniyek azad her tim pirsgirêk bû'
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin li Tirkiyeyê hebûna çapemeniyek azad her tim pirsgirêk bû û wiha dewam kir:"Em dikarin bêjin ku ji salên 90’î û pê de di warê dîtbarî û nivîskî de ji bo rojnamegeriya kurdî pêvajoyeke nû dest pê dikir. Bi pêşengtiya Mûsa Anter û Gurbetelî Ersozsan bi rojname û kovarên ku dihatin derxistin rojnamegeriya nivîskî ya bi zimanê kurdî û tirkî geş dikir. Ev yek bingeha kevneşopiya çapemeniya azad a ku wek rihê rojnamgeriya Kurd tê dîtin ava kir. Li Tirkiyeyê hebûna çapemeniyek azad her tim pirsgirêk bû… Lê belê di dema desthilatdariya AKP’ê ku nêzî 20 sal in rêveberiya Tirkiyeyê dikin ev rewş xiraptir bû. AKP’ê ku rojnamegeran wek “terorîst” îlan dike, tehemula dengên cuda nake. Wan medyaya xwe ava kirine û bi avakirina çapemeniya alîgir, dixwazin civak bi temamî ji rastiyan dûr bikeve." 
 
'Cîhan rastiyê ji rojnamegeriya kurdî hîn dibe'
 
Di daxuyaniyê hat bilêvkirin cîhan rastiyê ji çapemeniya kurd hîn dibe û wiha hat gotin:"Li gel ewqas pêkutiyan jî têkoşîna rojnamegeriya Kurd ev 123 salin bê navber dimeşe. Asta ku em gihîştinê, welatên cîhanê rastiyan êdî ji rojnamegeriya kurd hîn dibe. Li gel kêmasiyan jî saziyên ragihandinê bi xebat û nûçeyên xwe ji bo çapemeniya cîhanê êdî dibin çavkanî. Helbet di serkeftina rojnamegeriya kurd de divê mirov şehîdê çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr bîne. Ji bo ragihandina heqîqetê bi dehan rojnamegerên kurd canê xwe fida kirin. Ji Apê Mûsa, bigirin heta belavkarên rojnameyan şehîdên me ji bo çapemeniya azad bûne pêşengê rastiya rojnamegeriya kurd. Lê belê wekî her serkeftinê berdêla serkeftinên çapemeniya kurd jî çêbûn. Şopdarên heqîqetê carna di nav çar dîwaran de pênûsa xwe bi kar anîn, carna jî bi berdêla canê xwe heqîqet ragihandin. Biryardarî û israra heqîqetê bi saya wan kesên dildarên çapemeniya azad watedar bû. Bi saya wan û şopînerên wan tu caran têkoşîna ragihandina heqîqetê bi dawî nebû û ew kelecana roja destpêkê îro jî berdewam dike."