Ji ÎHD'ê rapora 3 mehan: 13 girtiyan jiyana xwe ji dest da

  • 15:19 22 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - ÎHD'ê rapora derbarê binpêkirina mafên girtiyan de aşkera kir û got: "Li girtîgehên herêma Anatoliya Navîn di 3 mehan de 62 binpêkirinên mafan qewimîn û 2 jê nexweşên giran 13 girtiyan jiyana xwe ji dest da. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê “Rapora Binpêkirinên Mafan a 3 Mehan a Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn” bi civînek çapemeniyê aşkere kir. ÎHD’ê li avahiya xwe civîn li dar xist. Parêzer Omer Farûk Yazmaci yê endamê ÎHD’ê di civînê de axivî û diyar kir ku girtiyan bi nameyan û malbatên girtiyan serî li komeleya wan dane û ew jî li ser vê yekê çûne serdana girtîgehan û rapora xwe wisa amade kirine.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di mehên çile, sibat û adarê de ji girtîgehên herêma Anatoliya Navîn girtiyan bi rêya nameyan, bi rêya malbatên xwe serî li komeleya me dan û her wiha di serdanên me yên girtîgihan jî hene. Girtî di greva birçîbûnê de ne û daxwaza wan ew e ku tecrîda li Îmraliyê rabe û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. 
 
Di 3 mehên sala 2021’an de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û 2 girtî ji ber rewşa tenduristiya wan giran bûye jiyana xwe ji dest dane. Girtiyek jî piştî hatiye berdan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Yek jê zarok 5 girtiyan jî întîhar kiriye. 4 girtî jî ji ber Kovîd-19’ê jiyana xwe ji dest dand. Girtiyek ji sedî 93 astengdar jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye.
 
Li girtîgehan rayedar xemsar nêzî paqijiyê dibin û ev jî jyana girtiyan dixe bin xetereyê û qawîş qelebalix in. Li girtîgehan 604 girtiyên rewşa nexweşiya wan giran in hene û bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene û li girtîgehên herêma Anatoliya Navîn jî 46 jê girtiyên jin bi giştî 284 girtiyên nexweş hene û 98 jê nexweşên rewşa wan giran e.
 
Li girtîgehên herêma Anatoliya Navîn 17 girtî bi îşkenceyê û muamelya xerab re rûbirû mane û girtiyên li dijî vê rewşa nebeşa û zextan derdikevin jî wan dixin ber lêpirsînên dîsîplînê. Her wiha mafê ragihandinê yê girtiyan jî hatiye desteserkirin. Bi  hêceta 'wergêr nîne' nameyên kurdî yên ji girtiyan re tên şandin bi paş ve dişînin."