Li Şirnexê li dijî tecrîdê daxuyanî hat dayîn

  • 15:07 22 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Rêxistinên HDP'ê yên Şirnexê, derbarê grevên birçîbûnê de daxuyanî dan û gotin: "Tecrîd li ser bingeha şer, talan û  mêtingeriyê tê meşandin."
 
Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 147'an de didome. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Sîlopyayê têkîldarî grevên birçîbûnê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Malbatên girtiyan, rêveberên rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Şirnexê û rêveberên rêxistinên navçeyan, aktîvîstên TJA'yê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Tecrîd sûcê mirovahiyêye, divê demildest daxwazên girtiyên di grevê de ne, bên pêkanîn" hat vekirin. Daxuyanî ji hêla rêveberê Rêxistina HDP'ê ya Silopyayê Tuncay Înal ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi girankirina tecrîtê re sûcê mirovahiyê pêk tînin û wiha gotin: "Tecrîd, yek ji rêbazên çewisandin û tundiyê ye. Tecrîd sûcê îşkenceyê ye. Ev pêkanîn ne meqanûnî ye. Tirkiyê qedexeya îşkenceyê bin pê kiriye û ev ji hêla CPT'î û saziyên navnetewî ve hatiye belgekirin û ji aliyê van saziyan ve hatiye xwestin ku tecrît bê bi dawîkirin. Lê belê, AKP ji bo ku vê bangê bi cih bîne, tecrîd girankiriye û di vê de bi israr tevgeriyaye. Em dizanin ku tecrîd li ser bingeha şer, talan û  mêtingeriyê tê meşandin."
 
Di dawiya daxuyaniyê di wiha bang hat kirin: "Girtiyên siyasî yên li girtîgehan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd têdikoşin û daxwazên wan jî li ser vê bingehê ne. Divê demildest daxwaziyên wan pêk bên û hikûmet bi berpirsyarî tevbigere."