Li Licê operasyona leşkerî: Xweza tê qetilkirin

  • 10:52 22 Nîsan 2021
  • Rojane
AMED - Li gundê Dêrxustê yê navçeya Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Di operasyonê de dar tên birîn û teht tên şikandin.
 
Li gundê Dêrxustê yê navçeya Licê ya Amedê li qada daristanê operasyona leşkerî hat destpêkirin.
 
Cerdevan jî tevlî operasyona ku ji serê sibehê de hatibû destpêkirin, bûn. Gundiyên li derdorê dijîn, anin ziman ku di operasyonê de makîneyên kar tên bikaranîn. Her wiha makîneyên kar darên berû ji kokê ve rakirin, tehtan dişkînin û şikeftan hildiweşînin.