HDP: Rojnamegerên kurd bi serfirazî têkoşîna xwe didomînin

  • 09:21 22 Nîsan 2021
  • Rojane
ENQERE - Derbarê Roja Rojnamegeriya Kurd de Komîsyona Çapemeniya HDP'ê daxuyaniyek da û got: "Dîroka çapemeniya Kurdî, her wekî din dîroka rewşenbîrî û berxwedana Gelê Kurd e jî. Rojnamegerên kurd, li her derê sînorên vê faşîzmê nas nekirin û îro jî bi serfirazî têkoşîna xwe didomînin."
 
Bi minasebeta Roja Rojnamegeriya Kurd, Komîsyona Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku  rojnamegeriya kurdî têkoşîna xwe ya li pey heqîqetê bi serfirazî didomîne.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
  
"Di 22’yê Nîsana 1898’an de Mîqdat Mîdhed Bedirxan li Qahîreyê, di nav şertên mişextiyê de, rojnameyeke bi navê Kurdistanê derxist û mohra xwe li dîroka çapemenî û rewşenbiriya kurdî ya sedsala 20’an xist. 5 hejmarên pêşîn ên rojnameyê di şert û mercên dijwar de li Qahîreya paytexta Misrê hatin derxistin, lê piştî zext û zordariyên Dewleta Osmaniyan hêjmarên wê yên 6-31’an ji aliyê Ebdurrehman Bedirxan ve li Swîsreyê û Inglistanê hatin derxistin. Di rojnameyê de piştî demekê nivîs û nûçeyên bi Tirkî yên zêdetir behsa despotiya Siltan Abdulhemîd dikir jî hatin weşandin. Bêguman ev rojname di hişyarbûna neteweyî ya kurdan de bandoreke mezin li rewşenbîriya kurdî û tevgerên kurdan kiriye. Herwiha Rojnameya Kurdistanê dergeheke nû li qonaxa modern a kurdan vekir û ji bo gelek rêxistin, sazî û dezgehan bû îlhameke mezin. 22’yê Nîsanê û Rojnameya Kurdistanê ji ber vê karekterê xwe yê dîrokî û damezirîner, ji sala 1973’yan heta niha wek Roja Rojnamegerên Kurd tê qebûlkirin û pîrozkirin. Ev 123 sal in bi hezaran rojnamegerên kurd di rêya ku Mîqdat Mîdhed û Ebdurrehman Bedirxan vekirine de bi biryar dimeşin û vê mîrateya wan, ligel hemû zext, zordarî û sansûrê roj bi roj bi pêş ve dibin.
 
Rojnamegeriya li ser welatparêzî û heqîqetê...
 
Li ser rêça Rojnameya Kurdistanê, heta îro bi hezaran kovar û rojnameyên Kurdî hatin derxistin. Gelek nivîskar û rewşenbîr di bin ronahiya vê tradîsyonê de, fikr û ramanên xwe bi gelê xwe re parve kirin. Ji Rojnameya Kurdistanê heta îro, rojnamegerî di heman demê de bûye xeteke têkoşîn û berxwedanê. Li dijî rûreşiya desthilatdarên faşîst, Rojnamegeriya Kurdî şopa li ser heqîqetê bi bawerî û dilsozî didomîne. Ji ber vê taybetmendiya xwe, îro karakterekî xweser ê Rojnamegeriya Kurdî çêbûye: ev karakter li ser welatparêzî, heqîqet û wêrekiyê berz û bilind dibe.
 
Rojnameger dibin hedefa desthilatdaran
 
Rojnamegerên Kurd wek doh îro jî berxwedana xwe didomînin; li dijî qedexe, sansûr, tirsandin û gefan rojnameger tu carî ji riya heqîqetê venegerin û têkoşîna xwe berdewam dikin. Rojnamegerên Kurd bi xebat û xîreta xwe nehiştin êriş, kuştin û zext bên veşartin, bi fedakarî xizmeta gelê xwe kirin. Lewre ew her dem bûn hedefa gefên desthilatdaran; hatin kuştin, girtin, sirgûnkirin. Bi taybetî, li Tirkiyeyê, di tarîtiya salên 90’an de gelek rojnamegerên Kurd rastî êrişan hatin, bi dehan rojnemegerên Kurd hatin qetilkirin û girtin. Xwestin ku bawerî û vîna rojnamegerên kurd bişikînin û wan ji şopa heqîqetê vegerînin, lê wan tu carî serî netewand û çok venedan.
 
Îro bi serfirazî têkoşîna xwe didomînin
 
Dîroka çapemeniya Kurdî, her wekî din dîroka rewşenbîrî û berxwedana Gelê Kurd e jî. Ev berxwedan ji serê sedsalê heta salên 90’an, ji 90’an heta 2021’an didome. Di 20 salên AKP’ê de jî rojnamegeriya kurdî her tim rastî astengkirin, sansûr û êrişan hat. Bi taybetî piştî 2016’an bi îlankirina OHAL’ê û bi KHK’yan, AKP-MHP’ê hemû saziyên çapemeniya azad girtin. Dijminahiyeke mezin li hemberî çapemeniya kurdî û zimanê kurdî hat meşandin. Xwestin ku di serî de gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê bi derew û reşkirin û xapandinê bifetisînin, lê rojnamegerên kurd, li her derê sînorên vê faşîzmê nas nekirin û îro jî bi serfirazî têkoşîna xwe didomînin.
 
22’yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî di serî de li danerê çapemeniya Kurdî Mîqdat Mîdhed Bedirxan û hemû kedkarên çapemeniya Kurdî pîroz be. Di vê rojê de em di serî de Apê Mûsa, Hafiz Akdemîr Huseyîn Denîz û hemû şehîdên çapemeniya Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber bîreweriya wan û mîrateya wan a berxwedanê bejna xwe ditewînin."