'Rojnameger di avakirina yekitiyê de dê bibin dengê jinên her çar parçeyan'

  • 09:05 22 Nîsan 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
AMED - Rojnamegerên jin ên kurd bal kişandin ser lêgerîna heqîqetê ya 123 salan û gotin: "Ji destpêkê heta îro kurd di hêla wêşana bi zimanê kurdî de gelekî pêş ketin. Ev berhemên kevneşopiya Rojnameya Kurdistanê ne. Rojnamegerên jin di avakirina yekitiya kurd de dê bibin dengê jinên her 4 parçeyên Kurdistanê.”
 
Di 22’yê Nîsana 1898’an de li paytexta Misirê Qahîreyê, rewşenbîrê Kurd Miqdat Midhad Bedirxan rojnameya bi navê Kurdistan derxist. Ji wê rojê heta îro weşangeriya kurdî ligel hemû zext, bişaftin, sirgûn, girtin û kuştinê berdewam kir. Ligel her cureyên polîtîkayên bişaftinê yên li ser ziman ên her çar parçeyan rojnameger xwedî li mîrateya 123 salan derketin. Di nava vê têkoşînê de rol û mîsyona rojnamegerên jin jî nayê jibîrkirin. Derbarê rojê de rojnamegêrên jin nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
‘Jinan xwe di qada ragihandinê de îspat kir’
 
Hevala me rojnameger Hesna Mihemed bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurd bi xebatkara Jin TV a herêma Efrînê Tolîn Hesen re axivî. Tolîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rojnamegeriya kurdî û got: “Rojnamegerên jin ên Rojava hebûna xwe di qada ragihandinê de îspat kir. Bi rojnamegeriya jinê re gelek rê li ber jinan vêbû. Jin li dijî kevneşopiyên paşverû yên civakê derketin. Elbet zehmetiyên ku em dijîn û aliyên ku em kêm dimînin hene. Dema bûyerek tê serê gelê me û heke em ranegihinîn dê dîrok me efû neke. Lewma divê em xweşî, êş û kêyfxweşiya gelê xwe parve bikin. Bi saya Şoreşaya Rojavayê Kurdistanê gelek sazî û dezgehên jinan hatin vekirin, ji wan destkeftiyan yek jî çapemeniya jinê ye. Niha rojnamegerên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roj bi roj gavên mezin davêjin."
 
‘Em bi zimanê xwe rastiya gelê xwe tînin ziman’
 
Tolîn, diyar kir ku ragihandina bi kurdî bi salane heye û mijar wiha şîrove kir: “Ji ber ku çapemeniya kurd rastiyan nîşan dide, herdem dibe hedefa êrîşên desthilatdaran. Li Rojavayê Kurdistanê bi hezaran şopdarên Miqdat Mîthad Bedirxan hene. Îro em bi zimanê xwe dikarin rastiya gelê xwe derxîn holê. Armanca me ya esasî ew e ku em doza gelê xwe bingeh bigirin. Em ê rêya heqîqetê ya ku bi hezaran şehîdên çapemeniyê li pêy xwe hiştine dewam bikin. Xeyalên Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Dilîşan Îbîş û Dilovanan wê tucaran di niviyê de nemîne. Em ê nivîsandina rastiyan bidomînin." 
 
‘Bi taybetî pesnê dagirker û desthilatdariyê didin'
 
Rojnameger Tewar Adîl li Silêmaniyê ji bo Ajansa Nûçeyan a NUJINHA’yê dixebite. Tewar diyar kir ku Rojnameya Kurdistanê ji bo parastina çand, huner û ziman, her wiha di ragihandina geşedanên siyasî de girîng bû. Tewar nêrînê xwe wiha anî ziman: “Rojnameya Kurdistanê ji bo rojnamegeriya kurd pêşketineke mezin û bi bandor bû, bandorê dema niha jî kir. Bi taybetî ez dixwazim behsa rojnamegeriya li başûrê Kurdistanê bikim. Wekî li her derê li Başûr jî rojnamegeriya azad û rojnamegeriya alîgirê serdestiyê heye. Serdestan ji bo berjewendiyên xwe bi taybetî rojnamegeran bikartîne. Mirov dikare ji xwepêşandanên ku li Başûr pêk hatî mînak bide. Hemwelatiyên li Başûr di xwepêşandanên ku pêk hatî de şehîd ketin, lê dezgehên ragihandinê yên desthilatdar şer û xwepeşandanan neşopand. Weşangeriya ku bi zimanê kurdî li Başûr tê kirin bi taybetî pesnê dagirker û serdestan dikin û rastiya heyî nabêjin. Rewşa Şengal û Mexmûr, her wiha qeyrana aborî û tendûristiyê ya başûr rastiyek e û li holê ye. Lê bi tu awayî nabin mijarên dezgehên ragihandinê yên Başûr.”
 
‘Rojnamegerên jin tên bêdengkirin' 
 
Tewar da zanîn ku rola rojnamegerên jin di dezgehên ragihandinê de girîng e û wiha axivî: “Li Başûr rojnamegerên jin nikarin bi nasnameya xwe ya jinbûnê di dezgehên ragihandinê de cih bigirin. Di dezgehên ragihandinê de rol û mîsyona jinê çi ye? Jin dema bi fikr û ramanê xwe tevdigerin bi astengiyan re rûbirû dimînin. Di dezgehên ragihandinê de jin bêtir pêşkeşî, yan jî nûçegihaniyê dikin. Di qadên rêveberî û gerînendeya giştî de cih nadin jinan. Vîn û zanyariya jinan bawer nakin û jinê lewaz dibînin. Di nava dezgeh û komeleyan ragihandinê de rojnamegerên jin ên pêşeng, xwedî bi vîn û werêk jî hene. Ev jinên ku dixwazin daneyên derbarê pêkhatiyên li hemberî jinan bidin ji hêla dezgehên ku dixebitin ve tên astengkirin. Dema rojnamegerek jin raporek siyasî, daneyan parvebike tên bêdengkirin.” 
 
‘Divê heqîqeta jin û Gelê Kurd bizanibin’
 
Tewar, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li hemberî rojnamegerên jin, divê jin bêtir di dezgehên ragihandinê de bibin xwedî vîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwiste rojnamegerên jin li dijî pergala serdest a mêr têbikoşin. Rastî û heqîdeta Gelê Kurd û ya jinan bizanin ku têbikoşin. Ji bo vê jî tişta herî esasî û girîng jî rêxistinbûna rojnamegerên jin e. Her wiha çawa Kurdistan bûye çar parçe, jinên kurd jî bûne 4 parçe, li dijî vê yekê divê di nava jinan de yekitiyek pêş bikeve. Bila rojnamegerên jin jî di avakirina yekitiyê de bibin dengê jinên her 4 parçeyên Kurdistanê.”
 
‘Medya qada me ya têkoşînê ye’
 
Pêşkêşvana Stêrk TV Gulîstan Çiya Îke ji ajansa me re behsa têkoşîna rojnamegerên jin kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li Kurdîstanê rojnamegeriya jinê bi taybet bi Têkoşîna Azadiyê Gelê Kurd dest pê kir. Bêguman berê ji hewildanên jinan ji bo ragihandina bi kurdî hebûn. Lê belê piştî 40 salan jin di qada ragihandinê de bûn xwedî gelek deskeftiyên mezin. Ji Gurbetellî Ersozan heya niha kevneşopiyek pir girîng çêbûn. Di asta gerdunî de jî mirov dikare bêje ku gelek pêngavên erenî hatin avêtin. Wekî Jin TV, JINNEWS, NÛJINHA hatin vekirin. Ev tişt bala hemû cîhanê kişad. Ev encama têkoşîna rojnamegerên jin ên kurd in û medya qada me ya têkoşînê ye."
 
‘Ziman hebûna nasnameyê ye’ 
 
Gulîstan derbarê pêşketina zimanê kurdî ya di qada ragihandinê de wiha nirxand: “Di salên dawiyê hêla zimanê kurdî de di qada ragihandinê de pêşketinek berbiçav heye. Lê belê di asta civakî de bi taybet li bakurê Kurdîstanê û Ewropayê pêla asîmîlasyonê bû sedem ku gelek nirxên bên windakirin. Li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî di jiyana rojane de kêm tê bikaranîn. Em kurdên li bakurê Kurdistanê, metropolên Tirkiyê û Ewropayê di helê de rexne dikin. Kêm zêde medya rola xwe tîne cih. Bi zimanê kurdî weşan, tenê di warê dîtbarî û nivîskî de têra parastina ziman nake. Divê hin xebatên plankirî û bi rêxistinkirî bên meşandin. Em ziman wek meseleyekê hebûna nasnameyê dibînin û parastina ziman wek têkoşîna li dijî dagirkeriyê dibînin. Medya di warê ziman de dikare bibe qada perwerdê. Jixwe ji Miqdat Midhad Bedirxan heta îro wisa bûye.”
 
‘Bila rojnamegerên kurd bi zimanê xwe binivîsînin'
 
Edîtora Rojnameya Xwebûnê Elîf Can Alkan jî bi taybetî bal kişand ser rojnamegerên ku bi kurdî nanivîsinin û got: “Pêwîste ku rojnamegerên kurd hin zêdetir giranî bidin ziman. Îro zimanê kurdî bi polîtîkayên bişaftinê re rûbirû ye. Ji ber vê yekê ez bang rojnamegerên kurd dikim ku bila bi zimanê xwe binivîsînin, bi zimanê xwe rojnamegertiyê bikin û xwe bigihînin gelê xwe. Wekî her qadê di vê qadê de jî jin bi êrişa desthilatariyê ve rûbirû dimînin. Bi girtin û binçavkirinan zextê li rojnamegerên jin dikin. Zext û zordarî hêza me qels nake bêtir bi hêz dike."
 
Berhemên Rojnameya Kurdistanê… 
 
Aysel Avesta pêşkêşvana Jin TV’yê ye di axaftina xwe de qala destkeftiyên rojnamegerên jin ên kurd kir û wiha axivî: "Ji destpêkê heta îro bi sedan rojname û bi dehan televîzyonên bi kurdî derketin. Her wiha ajansên nûçeyan a jinan jî hatin vekirin. Ev berhemên kevneşopiya Rojnameya Kurdistanê ye. Rojnamegeriya jinê xwe bi JIN TV yê derxist lûtkeya herî jor. Ligel zext û êrîşan em rojnamegeriya jinê dikin ku îro em bûne artêşa çapemeniyê. Ez qada çapemeniyê di sedsala 21’an de wek artêş binav dikim. Artêşa li dijî desthîlatdariyê, zayendperestî, olperestî û netewperestiyê û li hemberê êrîş û destdirêjiyan çekekê bi bandor e. Her wiha Jin TV ne tenê ji bo jinên kurd di heman demê de ji bo jinên cîhanê jî bûye çavkaniya rastiyê. Hem reng û rûyê jinê ye û hem jî hêzek dide mirovan. Zimanekî nêr di nav ragihandin û civakê de heye, lê em jî bi zimanekî nerm, rexnegir, zimanekî ku bikaribe li ser civakê bandoreke pozîtîf çêke bikartînin. Hin gotinên ku di ragihandinê de em bikar tînin bûne gotinên civakî. Di destpêkê de ewqas nedihat fêm kirin lê bi demê re êdî ji aliyê civakê tê fêm kirin û bikaranîn. Lê helbet ew nayê wateya ku xetereya li ser ziman kêm bûye. Em ê xweşîkbûna welatê xwe, xemla gelê xwe ragihînin.”
 
‘Bi rojnamegeriya jinê rastî derxistin holê' 
 
Pêşkêşvana Ronahî TV’yê Newroz Demhat diyar kir ku gelek jin ji rojnamegeriya jinên kurd bi bandor bûne û wiha nêrînê xwe par vekir: “Wekî her qadê di qada çapemeniyê de jî pêşengtiya ragihandinê ji hêla jinên kurd ve tê kirin. Gelek jin ji rojnamegeriya jina kurd bi bandor bûne. Şoreşa Rojava ku deng veda cîhanê, rojnamegeriya jinê jî bi reng û dengê xwe derket pêş. Bi hebûn û ragihandinên xwe mohra xwe li cîhanê xist. Kesên ku nekarîn li hemberê DAÎŞ’ê serî hilde, jinên kurd serî hildan. Rojnamegerên jin jî bi nûçeyên xwe ev rastiyê ji cîhanê re ragihandin." 
 
‘Pênûsa rojnamegerên kurd li erde nema”
 
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Zemo Aggoz jî destnîşan kir ku 123 sal in pênûsa rojnamegerên kurd li erde nema ye û wê nemîne û wiha behsa şert û mercên rojnamegeriya kurd kir: “Di nav 123 salan de di hêla teknîkê karê çapemeniyê hêsan bûye lê ji aliyê din jî qedexe û êrîşên li hemberî rojnamegeriya kurd qet ranewestiyaye. Pênûsa Rojnameya Kurdistanê ev 123 sal in li erdê nema ye. Ji bu ku ev pênûs li erdê nemine gelek ked hat dayîn. Em dikarin bêjin ku xwedîderketina herî mezin ji hêla jinan vê pêk hat. Gurbetelli Ersoz, Denîz Firat, Nujiyan Erhan û bi sedan jin di qada çapemeniyê de bûn rêber.”
 
‘Rojnameger dev jî heqîqetê bernadin’ 
 
Zemo destnîşan kir ku xwedîderketina zimanê kurdî bi axaftina rojnane pêk tê û wiha bal kişand ser mijarê: “Nêzikatiya gel a li hember çapemeniya kurdî girîng e. Xwedîderketina gel, çapemeniya kurd xurt dike. Mînakek dixwazim bidim. Mamosteyek li vir heye. Bi salan di Kurdî-Der’ê de mamostetî kiriye. Êdî kal bû ye. Dema ku rojnameye Xwebûn derket, xwe gihand ajansa me û xwe gihand rojnameyê. Dema ku rojname girt destê xwe mirov digot ew carek din hatiye dinê. Xwedîderketina gel a li çapemeniya kurd pêwiste wisa be.”
 
‘Em ê bibin dengê gelê xwe’ 
 
Pêşkeşvana Medya TV Nesrîn Heval Arslan jî anî ziman ku rojnamegerên kurd ji bo ku rastiyê derxin holê û bibin dengê gelê xwe di nav têkoşînek de nin û wiha got: “Îro di qada rojnamegeriya kurdî de pêşketinek baş heye. Radyo, televîzyon, podcast û ajansên nûçeyan ên bi kurdî yên jinan hene. Armanca me ya sereke jî bibin dengê Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd e. Çawa ku di salên 90’î de hevalên me yên rojnameger di kolanan de hatin înfazkirin pênûsa wan li erde neman û kamerayê wan neket erde, rojnamegerên nû cihê wan dagirtin. Ji bo em rastiyê binivisîn û bibin dengê gelê xwe li pey vê şopê ne. Her wiha çiqas têkoşîna azadiya jinên kurd xwe pêş dixe ewqas jî bandorê li ser rojnamegerên jin dike. Çiqas jin xwe bi rêxistin bikin, çiqas dengê xwe bigihînin civakê, ewqas guhertinê li ser zîhniyeta serdestiya mêr pêk bînin. Li dijî pergala hişmendiya serdest a mêr, jin jî pêşengtiya avakirina pergalek nû dikin.” 
 
‘Li Bakur çerxa asîmîlasyonê…’
 
Heval di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser zimanê ku çapemeniya kurd bikartîne: “Di salên 90’î de gava ku MED TV dest bi weşanê kiribû rolekê girîng li ser zimanê jî pêk anîbû. Ji ber ku kurdên ji her 4 parçeyên Kurdîstanê ji devok û zaravayên hevdû fêm nedikirin. Ango zimanek hevpar nîn bû. Lê ligel MED TV di zimanê kurdî de zimanek standart pêk hat. Bi vî awayî kurdên ji parçeyên din ji zimanê hevdû fêm kirin. Li Başûr û Rojava kurdî bûye zimanê perwerdê. Li Rojhilat jî kurdî di jiyana rojane de tê bikaranîn. Lê belê herî zêde li Bakur ziman di çerxa asîmîlasyonê de ye. Lewra li Bakur rojnamegeriya bi zimanê kurdî rolekê gelek girîng digire. Nîvîsandina heqîqatê peywir û berpirsyariya me ye. Li pey şopa heqîqetê, afirandina jiyanek demokratîk û azadî her wiha azadiya jinê berpirsiyariya me ye.”