Yildiz Çetîn ya hat tahliyekirin:Em ê li her derê têkoşîna jinan biparêzin

  • 09:03 22 Nîsan 2021
  • Rojane
WAN - Hevşaredara HDP’ê ya Erdîşa Wanê Yildiz Çetîn ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin û 18 mehan girtî hat darizandin, ji ber aktîvîstiya TJA û projeyên jinan yên xistiye jiyanê, der barê wê de ji ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propaganda rêxistinê’ 9 sal ceza hat dayîn û hat tahliyekirin. Yildizê der barê cezayê lê hatiye birîn de ji ajansa me re axivî û da zanîn ku wê li her derê têkoşîna jinan biparêze.
 
Di hilbijartinên 2019’an de HDP’ê şaredariya Erdîş a Wanê qezenc kir û hevşaredarên wê piştî demekê hatin binçavkirin û qeyûm tayînê şûna wan hat kirin. hevşaredar Yildiz Çetîn ku hat girtin hefteya borî bi îdiaya endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê 8 sal ceza lê hat birîn û hat tahliyekirin. Piştî hat tahliyekirin ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Me demek kurt de gelek proje xistin jiyanê’
 
Yildiz Çetîn di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de ji sedî 49,71 deng girt û bû hevşaredar. Yildizê di demek kurt de îmze avêt binê gelek xebatan û di 22’ê cotmeha 2019’an de hat binçavkirin û qeyûm tayînê şûna wê hat kirin. Ewil birin girtîgeha Tîpa T ya Wanê û piştre jî surgunê girtîgeha Jinan a Osmaniyê kirin. 18 mehan girtî ma û hefteya borî hat tahliyekirin.
 
Ji bo jin di her qada jiyanê de hebin…
 
Yildizê destnîşan kir ku şaredarî bi deynekî mezin ji qeyûm girtine û bi derfetên kêm 6 mehan di rêveberiyê de maye û got: “Girtina şaredariyê ji bo gelê me bû moral. Me bi moralê ji gelê xwe girt dest bi xebatan kir. Me di demek kurt de gelek proje xistin jiyanê.Ji bo me ya esas ev bû ku jin di projeyan de cih bigirin, di her qada jiyanê de hebin. Divê çarçoveyê de di serî de qadên îstîhdamê û di hemû yekîneyan de ji bo jin cih bigirin kota pêk hat.”
 
Li hemû yekîneyan kota wekheviya zayendî
 
Yildizê di berdewamiyê de bi lêv kir ku nûneriya wekhev pêkanîne û li hemû yekîneyên şaredariyê kota jinê pêk anîne û ev tişt daxuyand: “Me pergala hevserokatiyê li her qada jiyanê belav kir. Di demek kurt de ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan me navenda jiyana jinê ava kir. Me serlêdan digirt. Dîsa di qada îstîhdamê de me koperatîf ava kirin û projeyên ku keda destê jinan veguhere aboriyê pêk anîn. Li perava naçeyê me armanc dikir ku em bazara jinê ava bikin. lê di dawiya 6 mehan de qeyûm hat tayînkirin.”
 
‘Ji bo tayînkirina qeyûm hewce bi hincetê hebû’
 
Yildizê anî ziman ku piştî binçavkirinê birine Edliyeya Erdîşê û hîna dozger îfadeya wê negirtibûye qeyûm tayînê şûna wê kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez li dijî vê biryarê matmayî nemam. Hîna îfadeya min nehatibû girtin, ji parêzeran fêr bûm ku qeyûm hatiye tayînkirin. Min dizanibû ez ê bêm girtin. Ji ber tayînkirina qeyûm hincet pêwist bû. Dosyayek ku hevşaredar û endamên meclîsê jî têde ya 22 kesî hat avakirin. Di dosya min de îfadeya du şahidên veşarî hebûn. Têkoşîna min ya li dijî şîdeta li ser jinan hincet hat nîşandan û hatim girtin.Di dosyayê de tenê ceza dan min.”
 
Projeyên jinan û aktîvîstiya TJA’yê sûc hat dîtin
 
Yildizê di berdewamiyê de wiha hot: “Ez di 2014’an de hevşaredara DBP’ê ya Payîzava hatim hilbijartin.Ji ber projeyên min yên jinan doz hat vekirin. Bi heman awayî şahidên veşarî hebûn. Hat îdiakirin ku ‘ji bo rêxistinê kesek girînge’. Armanca me jinên hatine hilbijartin eve ku ji bo jinan derfet bên afirandin. Tişta ku wan sûc dît jî avakirina koperatîfê û pêkanîna kotaya ji bo jinan bû. Projeyên me û aktîvîstiya min ya TJA’yê sûc hat hesibandin. Ji ber xizmetên min yên dema şaredariya Payîzava û ya Erdîşê du dosya bûn yek. Di enama vê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 7 sal, ji sûcê propagandayê jî salek û nîv bi giştî 9 sal ceza hat dayîn. Biryara hatiye dayîn siyasiye. Em ê li her qadê têkoşîna jinan biparêzin.”