ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2021'Ê

  • 09:00 22 Nîsan 2021
  • Rojev
* Rojnamegerên jin ên kurd bal kişandin ser lêgerîna heqîqetê ya 123 salan û gotin: "Ji destpêkê heta îro kurd di hêla wêşana bi zimanê kurdî de gelekî pêş ketin. Ev berhemên kevneşopiya Rojnameya Kurdistanê ye. Em rojnamegerên jin di avakirina yekitiya kurd de dê bibin dengê jinên her 4 parçeyên Kurdistanê.” BI DÎMEN 
 
*Li gundên Qilebanê bendavên ku hatine çêkirin jiyana gundiyan zahmet kirine û zeviyên wan dibinê avaê de hiştine. Ji gundiyan Behiye Ozer a ku bertek nîşan da diyar kir ku gundê wan carekê ji ber cerdevaniyê û carekê jî ber bendavan hatiye valakirin. Behiye diyar kir ku axa Kurdistanê bi zanebûn tê texrîbkirin.  BI DÎMEN
 
*Dayikên Aştiyê û jinên siyasetmedar 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kirin û gotin:"Rojnamegeriya Kurdî berxwedan e."BI DÎMEN
 
* Parêzer Ebru Demîrtepe diyar kir ku ji peymana Stenbolê vekişîn tevlîbûna dozan zehmet dike û got: “Di peymana Stenbolê de derbarê ku saziyên sivîl rastiyê derxin holê û ligel mexdur cih bigirin de, xal heye. Her wiha raye ji bo saziyên sivîl heye ku tevlî dozan jî bibin.” BI DÎMEN
 
*Hevşaredara HDP’ê ya Erdîşa Wanê Yildiz Çetîn ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin û 18 mehan girtî hat darizandin, ji ber aktîvîstiya TJA û projeyên jinan yên xistiye jiyanê, der barê wê de ji ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propaganda rêxistinê’ 9 sal ceza hat dayîn û hat tahliyekirin. Yildizê der barê cezayê lê hatiye birîn de ji ajansa me re axivî û da zanîn ku wê li her derê têkoşîna jinan biparêze. BI DÎMEN
 
*Rojnamegerên jin diyar kirin ku zextên li ser rojnamegeran didomin û bi taybet li ser rojnamegerên kurd binpêkirinên mafan zêde ne û wiha pê de çû: “Çi dibe bila bibe em ê jî wek Apê Musa, Gurbetellî Ersoz û Denîz Firat di rêya heqîqetê de têkoşîna xwe bidomînin.” BI DÎMEN 
 
*Platforma Şahmaran ya Mêrdînê wê têkildarê Peymana Stenbolê li KESK ê daxuyanì bide. (16.00)