Bi ser şînê de girtin û gef li malbatê xwarin

  • 15:14 21 Nîsan 2021
  • Rojane
 
AMED - Leşkeran li naçveya Farqînê bi ser şîna Şehnaz Okşamak a HPG’yî de girtin û gef li malbatê xwarin. Bi hinceta pandemiyê li 5 kesî cezayê pere hat birîn. 
 
Ji bo Şehnaz Okşamak a di 25’ê Îlona 2020’î de li Herêma Federe ya Kurdistanê di êrişa balafiran de jiyana xwe ji dest dabû,  li gundê Mîreliya girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê şîn hat danîn û welatî çûn serdana sersaxiyê. Malbata Şehnaz Okşamak, di 17’ê Nîsanê de, li qada servekirî ya ber mala xwe kursî danîn û sersaxî qebûl kirin. Polîsan di 20’ê Nîsanê de, di saet derdora 13.00’ê de bi ser qada şînê de girtin. Leşkerên bi maşîneyên zirxî hatin gund, îfadeyên ferdên malbatê F.O., U.O, M.A., S.,O û kesekê navê wî nehat zanîn girtin.
 
Heqaret hatin kirin
 
Hat diyarkirin ku leşkeran heqaret li ferdên malbatê kirin û fermandarê qereqolê jî, ji welatiyan re wiha got: “Li vê derê dikek hebe, ew jî ez im. Li vê derê yek bang bike, ew jî ez im.” 
 
Dest dan ser kursiyan
 
Leşkeran dûre kursiyên li qadê hatibûn bicihkirin, kom kirin, li qemyonê siwar kirin û bi xwe re birin. Hat destnîşan kirin ku leşkeran dûre kursî paşve anîne û teslîmî malbatê kirine.
 
Cezayê pere hat birîn 
 
Hat diyarkirin ku leşkeran dîsa banga ji bo qereqolê li 5 kesên îfadeyên wan ên li gund hatibûn girtin, kirin û bi hinceta bergiriyên pandemiyê bi giştî 7 hezar TL pere li wan birîne.