Cezayê dîsîplînê li girtiyên di grevê de ne hat birîn

  • 14:42 21 Nîsan 2021
  • Rojane
 
EDENE - Girtiya bi navê Tuba Sert a binpêkirina mafên li girtîgehan bi rêya hevdîtina telefonê bi malbata xwe re parve kir da zanîn ku cezayê dîsîplînê li girtiyên ketine greva birçîbûnê hatiye birîn. 
 
Tuba Sert a li Girtîgeha Jinê ya Tersûsa Mêrsînê tê girtin di hevdîtina telefona bi malbata xwe re têkildarî çalakiyên grevên birçûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan, agahî da. 
 
Tuba diyar kir ku 9 kes li koguşa c-6 ya ew jî lê, hene û 6 jê ketine greva birçîbûnê û wiha got:"Kesên ketine greva birçîbûnê pirsgirêkên tendirustiyê dijîn. Pirsgirêkên mîna êşa serî û mad, qelsbûn, emel rû didin. Bijîşkê girtîgehê li dijî me helwesteke neyînî nîşan dide. Ji ber me dest bi greva birçîbûnê kir loma derbarê me de lêpirsîna dîsîplînê dan destpêkirin û cezayên "bêparhiştina ji çalakiyan" didin. Îtirazên em ji Dadgeriya Înfazê dikin nayên qebûlkirin. Tevî şerdên pandemiyê jî li koguşên me digerin."