OHD: Divê daxwazên girtiyan bên cih

  • 14:35 21 Nîsan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - OHD'ê diyar kir ku binpêkirinên mafan zêde bûne, girtî nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê û got divê daxwazên girtiyan bên cih.
 
Şaxên Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) ên Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Enqere û li gelek bajarên din têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyan a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li zindanan daxuyanî dan çapemeniyê. Şaxên ÎHD’ê bi beşdariya endamên xwe û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li avahiyên xwe civînên çapemeniyê li dar xistin û daxuyanî dan.
 
Di daxuyaniyên şaxên OHD’ê de hat xwestin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibe û daxwaza girtiyên li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de were qebûlkirin. Şaxên OHD’ê destnîşan kirin ku bi şewba vîrûsa koronayê re li girtîgehan girtî nayên dermankirin, binpêkirinên mafan zêde bûne û girtî nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê. Şaxên OHD’ê bang li Wezareta Dadê kirin û xwestin daxwazên girtiyan demildset bi cih werin. Şaxên OHD’ê gotin heke tiştekî neyînî li girtîgehan biqewime dê îqtidar berpirsiyar be. Şaxên OHD’ê diyar kirin ku rayedar neçar in ku hiqûq û zagonên ji bo girtîgehan bisepînin û girtî ji van zagonan sûdê werbigirin. Şaxên OHD’ê xwestin rayedar demildest ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan gavan biavêjin.