Ceza li bazarvanên jin ên Bazara Taxê ya Jiyanê birîn

  • 14:26 21 Nîsan 2021
  • Rojane
AMED - 7 jinên ku li Bazara Taxê ya Jiyanê dixebitin li dijî bicihkirina mêran a li bazarê nêrazîbûnên xwe bi rêya çapemeniyê anîbûn ziman, ji hêla Şaredariya Rêzanê ve cezayê pere û her wiha dûrxistina ji bazarê li wan hat birîn. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di 2013’yan de ji bo jinên ku bi şîdetê re rûbirû mane û her wiha nikarin debara xwe bikin projeya Bazara Taxê ya Jiyanê xist meriyetê. Bi saya projeyê ji bo 258 jinî qada îstîhdamê hat avakirin. Bazara ku 8 sal in ji aliyê jinan ve tê birêvebirin, dem bi demî hat xwestin ku mêr jî lê bên bicihkirin û di encama têkoşîna jinan de mêr nikaribûn bikevin bazarê.
 
Di hilbijartinên herêmî yên dawî de HDP’ê şaredarî bi dest xist û piştî ku hevşaredar ji peywirê hatin girtin û Huseyîn Beyoglu wek qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Di civîna ku di bin serokatiya Huseyîn Beyoglu de pêk hatî de, biryar hat girtin ku 400 mêr jî li Bazara Taxê ya Jiyan bên bicihkirin. 
 
Seroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Bazarvanên Jin yên Baglarê Hazal Tunç, serokên Komeleya Bazara Taxê ya Duyem û Yekem û endamên meclîsa şaredariyê tevlî civînê bûn. Biryara hat girtin di civîna meclîsa şaredariyê de hat erêkirin. Li gorî vê tezgaha mêran bû 4 û a jinan daket 3 metreyî. Ji bo diyarkirina cih jî pişka noterê tê payîn. Jinên kedkar jî naxwazin mêr li bazarê bên bicihkirin.
 
Li gorî agahiyan ji jinên ku nerazîbûnên xwe bi rêya çapemeniyê anîne ziman ceza li wan hatiye birîn. Der barê 7 jinên bazarvan de 3 meh biryara dûr xistinê hatiye dayîn. Her wiha 427 Tl cezaya pereye hatiye birîn.
 
Cezayên ku derbara 7 jinan de hatiye dayîn ji aliyê midûriyeta zabita yên Rezanê ve hatiye birîn. Hat îdea kirin jinên ku parastina mafên xwe dikin û nerazîbûnên xwe nîşan didin bi zextan re rûbirû dimînin.