Li Amedê tecrîd hat şermezarkirin

  • 14:08 21 Nîsan 2021
  • Rojane
 
AMED - Ji bo şermezarkirina tecrîdê û xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan, Rêxistina HDP’ê ya Amedê, çalakiya rûniştinê li dar xist.  
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, xwest li Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û xwedîderketina çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku li dijî vê tecrîdê hatiye destpêkirin, çalakiya rûniştinê li dar bixe. Rêveber û hevserokên rêxistinên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwariyan (TUAY-DER) û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. 
 
Beriya daxuyaniyê polîsan devera ku daxuyanî lê bê dayîn dorpêç kirin û pêşî li girseyê girtin. Ligel hevdîtinên ku di navbera polisan û Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan de hatin kirin jî bi hinceta ku daxuyanî derbarê tecrîd û greva birçîbûnê de ye polîsan destûr neda daxuyaniyê. 
 
Li ser astengkirinê girseyê bi tilîlî û dûrişmeya “Bijî berxwedana zindana” bertek nîşanî polîsan dan û çalakiya şermezarkirinê li dar xistin.