Rojnameya Yenî Yaşamê bi formatek nû derdikeve pêşberî xwendevanan

  • 12:00 21 Nîsan 2021
  • Rojane
STENBOL - Rojnameya Yenî Yaşamê amadekariyê dike ku bi formatek nû derkeve qêşberî xwendevanên xwe. Edîtora rojnameyeyê Gulcan Derelî diyar kir ku armanca wan weşanêk bi bandor û rastiya ku hatî windakirin bêtir lêkolîn bikin û biweşînin.
 
Rojnameya Yenî Yaşamê di 25 Gulan 2018’e de bi manşeta “fatûre li gel birîn” dest bi weşanê kir û her wiha li Tirkiyeyê kevneşopiya Çapemeniya Azad didomîne. Rojnameye ji bo heqîqetê ji raya giştî re ragihîne û afirandina jiyanek azad derket, rê. Rojnameyê duh li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ji xwendevanên xwe re ragihand ku ew ê bi rengek û formatêk nû bi xwendevanan xwe rê bicive. Edîtora Rojnameyê Gulcan Derelî li ser guhertine axivî.
 
Gulcanê got ku piştî belavbûna şewba koronavirusê (Covid-19), bandora çapemeniya çapkirî gav bi gav kêm dibe û wiha berdewam kir: “Gelek welatan ji bo parastina êkolojiyê mezinahiya rûpelên rojnameyan piçûk kirin. Me jî ji xwe re got çi ma em jî mezinahiya rojnameya xwe piçûk nakin? Ev hem gaveke ekolojîk û him jî bandora medya ya dijital zêdetir dike. Bê guman em ê bêtir li ser rojnameyê bisekinin û bi taybetî naveroka  rojnameyê derxînin holê."
 
Gulcanê diyar kir ku pêveka Yenî Yaşamê ya Jinê jî ji bo guhertina rojnameyê bandor li ser wan kirye lê belê sedema sereke veguherîna sedsala 21’an a medyaya dîjîtal ê.
 
‘Em ê rastiya ku hatî windakirin, lêkolîn bikin’
 
Gulcanê anî ziman ku ji bo xwendevanên xwe hem ji aliyê dîtbarî û hem ji di warê nivîskî de wê rastiyê pêşbêr bikin û wisa dawî li gotina xwe anî: “Em plan dikin ku di warê edîtoryal de nûçeyên bi bandortir çêbikin.  Em ê nûçeyên dosya û analîz amade bikin û nûçeyên rûtîn jî em ê bişopînin. Ya hêrî girîng em armanc dikin ku rastiya hatiye nixumandin bi pîvanên cuda û bi kûrahî pêşkêşî xwendevanan bikin. Komeke me ya mezin û bi bandor heye. Her hevalekî/ê me yê rojnamevan xwedî tecrûbeyên bi salan e û wê nûçeyên xwe baştir bi rengek ku xwendevan bikaribe baştir analiz bike, peşkeş bikin.”