Bêtehemuliya polîs a li hember penqertê didome

  • 15:11 20 Nîsan 2021
  • Rojane
 
EDENE - HDP ji bo ku balê bikişîne ser qetlîamên jinê li avahiya xwe penqert daliqand, lê penqert ji aliyê polîsan ve hat rakirin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Seyhana Edeneyê ji bo balê bikişînê ser Peymana Stenbolê û qetlîamên jinê li avahiya xwe penqert daliqand. Lê penqert ji aliyê polîsan ve ji ber hinceta “qedexe ye” hat rakirin. Li ser pankartê navê 88 jinên ku di sala 2021'ê de ji aliyê mêran ve hatibûn qetilkirin, "di 3 mehên salê yên destpêka 2021'ê de 88 jin hatin qetilkirin, em dest ji Peymana Stenbolê bernadin û Peymana Stenbolê dide jiyîn" hatibû nivîsandin.  
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê ya bajarê Edeneyê Gulcan Kurnaz ji bo rakirina penqertê bertek nîşan da û got: “Ev rewş bêtehemuliya dewleta mêr a li hemberê destkeftiyên jinan e. Jin dev ji destkeftiyên xwe bernadin û em ê li ber xwe bidin û têbikoşin.”