Nuran Îmîr: AYM dê biryarek dîrokî bide

  • 14:53 20 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê li ser doza qedexeyên Cizîrê ya ku ji hêla AYM'ê ve dê bê nirxandin daxuyanî da.
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM)  dê derbarê doza qedexeya derketina derve ya ku di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Cizîr a Şirnexê  hat îlankirin û 79 rojan berdewam kir dê sibê nîqaş bike. Der barê nîqaşkirina doza Cizîrê de, rêxistina HDP'ê ya Cizîrê bi tevlîbûna parlementera HDP'ê ya Cizîrê Nuran Îmîr, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla  Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç ve hat xwendin.
 
Guler, bal kişand ser pêkanînên qedexeyên Cizîrê û wiha got:" Di ser qedexeya derketina derve ku di sala 2015'an de hatî îlan kirin re 6 sal derbas bûn. Di dema qedexeyê ku 3 mehan dom kir de  nêzîkî 300 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes birîndar bûn. Bi hezaran mal  xera bûn û deh hezar kes koçber bûn. Di pêvajoya qedexeyê de pêdiviyên herî mirovane hatin astengkirin û gel bê av û ceyran hat hiştin. Di vê pêvajoyê de, li gelek kêliyên bajêr pêvçûn qewimîn. Di van pêvçûnan de ewlehiya gelê sivîl tune hat hesibandin.Li hemberî gel êrîşên herî dij mirovî hatin kirin. Vê pêvajoya ku bingehek wê ya qanûnî tune ye û ne li ser bingeha mafên mirovan e, di hişê hemû niştecihên Cizîrê de şopek kûr hişt. Ber bi roja 40'emîn a qedexeyên Cizîrê de, raya giştî ji hebûna bi dehan mirovên ku di 3 jêrzemînên cihê de asê mabûn haydar bû.Tevî biryarên hişyariyê yên AYM'ê ev kes hatin qetilkirin."
 
‘Kurdan serî netewandiye’
 
Guler, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku tevî hemû pêkanînên dijmirov gel serî netewandiye û wiha berdewam kir: “Ya ku di dema qedexeya derketina derve  li Cizîrê qewimî  plana hikûmeta AKP'ê ya têkbirina tevgera azadiya kurd bû. AKP a ku maseya çareseriyê hilweşand, bi zext, tundî  û qedexeyan hewl da Gelê Kurd bêdeng bike. Lê belê Gelê Kurd li ber vê hikûmeta faşîst serî netewand."
 
‘Bila sûcdar hesab bidin’
 
Guler, di dawiyê de bang li AYM'ê kir û wiha got: "Têkoşîna me ya hiqûqî dê bidome. Di vê çarçoveyê de, Dadgeha Destûra Bingehîn dê dosyaya li ser qedexeyên li Cizîrê hatî amadekirin binirxîne. Divê Dadgeha Destûra Bingehîn binpêkirinên mafan ên li Cizîrê, li gorî qanûnên navneteweyî mehkûm bike. Em bang li Dadgeha Destûra Bingehîn dikin ku ne di bin bandora AKP'ê de bimîne.Em jî ji vir bang li tevahiya raya giştî dikin. Piştgiriyê bidin têkoşîna hiqûqî ya Cizîrê. Bila sûcdar hesab bidin."
 
'Heta ku kujer hesab didin em ê tebikoşin’
 
Piştre,  parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Nuran jî bal kişand ser qedexeyan û pêkanînên dewletê û domand: “Çi hêz, çi qedexe nikare kolanên me, bajerên me qedexe bike. Tu hêz jî nikare ku ew qetlîamên li ser civaka me kirin, bi me bide jibîrkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn dosyaya doza Cizîrê amade kir û wê sibê bê nîqaşkirin. Em weke malbatên Cizîr û Şirnexê em ê ji nêz ve bişopînin. Hesabê herî mezin wê îktîdara AKP û MHP bide. Piştî qedexeyan gelek malbatan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan û ji van serlêdanan ji bo 180' dozan biryara bêşopandinê hat dayîn. Lê dîrok jî şahîde û herkes dizane ku ev komkujî ji hêla rêveberiya AKP'ê û hevkarên wê ve pêk hat. Heta ku em hesab ji wan nexewzin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û wê lêgerîna me ya hiqûqî bidome. Heta ku kujer hesab didin em ê tebikoşin."