Cenazeyê zaroka ketibû Çemê Muradê hat dîtin
- 12:33 20 Nîsan 2021
- Rojane
AGIRÎ - Li Giyadînê cenazeyê zaroka 6 salî ya ku ketibû Çemê Muradê, hat dîtin.
Li gundê Meleqerê yê navçeya Giyadînê ya ku giredayê Agirîyê ye zaroka 6 salî Îpek Yildiz dema ku dileyîst ket Çemê Muradê. Ji serê sibehê de lêgerîn û rizgarkirina Îpekê hat destpêkirin. Di çarçoveya lêgerîn û rizgarkirinê de cenazeyê Îpekê 9 kîlometre dûrî ji cîhê ku lê winda bûbû hat dîtin.