Parêzerên Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

  • 12:04 20 Nîsan 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Serdozgeriya Komarê ji ber “Nexşerêya” Ocalan di 23’ê îlona 2020’an de cezayê ji bo 6 mehan ê qedexeya hevdîtinê dabû. Ev qedexeya hevdîtinê di 23’yê adarê de qediya lê heta niha jî ne erênî û ne jî neyînî bersiva parêzeran nehatiye dayîn. 
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2-22’yê Gulana 2019’an, 12-18’ê Hezîrana 2019’an û 7’ê Tebaxa 2019’an de li gel miwekîlê xwe hevdîtin pêk anîbûn. 
 
Hevdîtin qût kirin
 
Abdullah Ocalan ê ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.
 
Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivîbû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nîvî de hatiye qûtkirin.