'Mijûlbûna bi axê re min kêfxweş dike'

  • 09:03 20 Nîsan 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Bi hatina biharê re dema çandiniyê dest pê kir. Li navçeya Hezexê jî ku dema çandiniyê ye Rabîa Vesek li hewşa mala xwe de dest bi çandiniyê kir û wiha got: “Dema ez bi axê û xwezayê re mijûl dibim gelek kêfxweş dibim û hemû êşên xwe ji bîr dikim."
 
Bi hatina biharê re çol, çiya û xweza xwe bi rengên kûlîlkan re xemilandine. Li gel xwezaya ku xwe bi rengên kesk, sor û zer xemiland dema çandiniyê jî dest pê kir. Li taxa Nû ya navçeya Hezexa Şirnexê jî jinan bi hatina biharê re dest bi çandiniyê kirin. Yek ji van jinan jî Rabîa Vesek (65) a ku li taxa Nû yê ye. Rabîa ya ku li hewşa mala xwe zebzeye diçine derbarê kar û barên xwe de ji me re nirxandin kir. 
 
Bi zaroktî hatiye zewicandin
 
Rabîa, ji gundê Bafê yê navçeya Hezexê ye û di salên 1990'î de ji ber zilma  dewletê berê xwe dane bajêr. Her wiha bi zaroktî tê zewicandin. Niha 13 Zarokên Rabîa yê hêne. Rabîa ani ziman ku ew dema ku zarok bû li gûnd dijiya û jiyana we gelek xweş bû. Rabîa wiha berdewam kir: " Li gund jiyana min tim di nav xwezayê de derbas dibû. Lê piştî ku zewicîm jiyaneke zor û zahmet bû para min. Piştî ku zarokên min çêbûn û şûnde jî hevjînê min hat girtin û min bi tenê serê xwe zarokên xwe xwedî kirin. Dewletê tu carî rehetî û xweşî neda me. Piştî ku me ji gundê xwe koç kir jiyan ji bo me gelek zor û zehmetir bû. Jiyana me berê zahmet bû lê belê keyfxweşî hebû. Me karê erdan û çandiniyê dikir."
 
‘Mijûlbûna bi ax û xwezayê re min kêfxweş dike’
 
Rabîa, destnîşan kir ku ew 34 salin hatine li Hezexê bi cih bûne û wiha pêl da axaftina xwe: "Me li vir jî bi çandiniyê dest bi jiyana xwe kir. Me li Hezexê jî ji xwe re darên fêkî û zebze çand. Em her sal karê çandiniyê dikin. Em di baxceyê xwe de hinar, gûz, hêjîr û cûr bi cûr fêkî diçînin. Dema ez çandiniyê dikim xwe gelek aram hêst dikim. Ez dema bi axê û xwezayê re mijûl dibim gelek kêfxweş dibim û hemû êşên xwe ji bîr dikim."
 
'Îsal me zû dest bi çandiniyê kir'
 
Rabîa, diyar kir ku îsal ji ber hewa xweş bu wan zu dest çandiyê kir û ev tişt got: “Ev çar mehin me xes(marul) û sîrên xwe çandine û niha hemû gelek mezin bûne. Ji xeynî van jî di meha Sibatê de me pîvaz çandin û tovikê xiyar, cureyên îsotan di qûtîkan de danî niha şitlên wan di axê de diçînim. Beriya çandiniyê em ziblê sewalan tevli axê diki. Bi vî awayî zebze baştir mezin dibe. Piştî ku me şitilên xwe danîn em wan binkol dikin û av didin. Em piştî binkolkirinê jî ade dikin (giyayê biyanî ji nav kom dikin). Piştî demekê  em zebze û fêkiyên ku diçinin kom dikin, hem didin cîranê xwe û hem jî difiroşin. Ji xeynî vê em ji bo zivistanê jî vediqetînin. Em bacanê reş, firingî û îsotan ji bo zivistanê hişk dikin."
 
'Xweza bi destê jinê şên dibe'
 
Rabîa,  bi lêv kir ku karê çandiniyê ew bi tenê dike û wiha domand: "Bi taybetî ez xwedî li zebze û fêkî derdikevim. Çawa ku mirov pitikekê xwedî dike , ez jî wiha bi xwezayê mijûl dibim. Xweza bi destên jinê şên dibe. Jin tim mereqa xwezayê dikin. Dema jin hebe xweza jî hêye. Ez havînê karê çandiniyê dikim, mirîşkan  xwedî dikim û di ber re jî nan dipijînim. Zivistanê zêde kar tune ye. Em havînê bêhtir diwestin. Her wiha em di hewşa mala xwe de daran jî diçinin."
 
Ji bo birayê xwe dar çandiye
 
Rabîa, di dawiya axaftina xwe de got ku wê ji bo birayê xwe Hasan Cebadak ê ku di 11'ê Gûlana 1984'an de li Geliyê Zawê jiyana xwe daye dareke hêjîrê çandiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li vê devera ku min ji bo birayê xwe dar çandiye zêd dar şîn nabin û yên ku şîn jî dibin zêde fêkî nagirin. Lê  birayê min 37 salin şehît ketiye. Lê min ji xwe rê got ez ê ji bo birayê xwe darêk hêjîrê biçinim û min darek li ser navê wî çand. Ev 10 salin min ev dar çandiye û niha hêjîran jî digire. Gelek zêde hêjîran digire. Em didin cîranên xwe û difroşin. Carna jî ji bo zivistanê hişk dikin."