Serdana gora Dayika Aşitiyê hat astengkirin

  • 17:09 19 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ÊLIH - Dayika Aşitiyê Muhlise Kına ya ji ber şewba vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dabû. Kesên ku xwestin biçin serdana gora Muhlise ji aliye polîsan ve hatin astengkirin.
 
Parlemeterê HDP’ê ya Êlihê Necdet Îpekyuz û endamên partiye, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevşaredarên Êlihê yên ji erkê hatin girtin Songul Korkmaz û Mehmet Demîr xwestin biçin serdana goristanê Dayika Aşitiyê Muhlise Kina ya ku ji ber şewba vîrûsa Koronayê jiyana lxwe ji dest dabû. Lê li ketina goristanê hatin astengkirin û polîsan bi wesayîtên zirxî dor li goristanê girtin.
 
Polîsan hinceta dorpêç û astangiyê jî wekî îxbar, “wê proptagandaya rêxistinê bê kirin” diyar kirin û gotin ku eger bikevin goristanê ew ê êrîş bikin û gef xwarin. Piştî ku kom di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re hat derbaskirin vegeriya avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê. Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Sûltan Azboy li vir daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî astengiyê da û diyar kir ku wê têkoşîna dayika Muhlîse berdewam bikin.
 
Parlemeterê HDP’ê Nejdet Îpekyuz jî got: “Gotin qedexe ye, gefa  mudaxeleyê kirin. Carekî din dîrokê şahidî ji yên ku ji gora dayikekê ditirsin re kir.”