Polîsan êrîşî pankarta 'Peymana Stenbolê dide jiyîn' kir

  • 16:24 19 Nîsan 2021
  • Rojane
 
OSMANIYE - HDP’iyan nehişt ku polis pankarta “Peymana Stenbolê dide jiyîn” ku li avahiya HDP’ê ya Bajar a Osmaniyeyê ve kiribûn daxînin. Li ser vê polisan ji HDP’iyan re got, ‘Ji vir daxînin li avahiya navçeyê bidin’. 
 
Meclisa Jinan a Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê, ji bo balkişandina ser Peymana Stenbolê û şermerzarkirina vekişandina ji peymanê pankartên “Peymana Stenbolê dide jiyîn” , “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin” û bi kurdî û tirkî “Ji xizaniya jinan re na” bi avahiya HDP’ê ya Bajar a Osmaniyeyê ve kirin. 
 
Piştî daleqandina pankartan polis hatin avahiya HDP’ê û bi van gotinan xwestin pankartan daxînin: “Van parkatan daxînin, biçin li avahiya xwe ya navçeyê daleqînin. Daleqandina li avahiya bajar qedexe ye lê li avahiya navçeyê ne qedexe ye. Heke hûn danexînin heta 2 saetan em ê daxînin.”
 
HDP’iyan pankart danexistin û gotin ku polis bi kêfî tevdigerin û li dijî vê kêfa polisan dê pankartan danexînin.
 
Sekna polisan a li ber avahiya HDP’ê didome.