Serdanên ji bo Emîne Şenyaşar didomin

  • 14:36 19 Nîsan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Heyeta ku ji pêkhatiyên jin ên HDP û HDK'ê pêk tê serdana Emîne Şenyaşar a ku ev 42 roj in li ber dêriye dadgeha Edliyeya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” çalakî li dar dixe kirin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a ku ji pêkhateyên jin pêk tê serdana Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du lawên xwe di êrişa AKP’iyan de li Pirsûsê winda kir, li gel lawê xwe Ferît Şenyaşar 42 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” çalakî li dar dixe kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP Eyşê Acar Başaran, Parlamentera HDP Eyşê Surucu, Huda Kaya, Dilşat Canbaz, Hevberdevka HDK Îdîl Ugurlu, Serokê Partiya Şoreşgran Elîf Torun Oneren û Dayiken Aşitiyê di heyetê de cîh girtin. Heyetê Eminê û kurê wê Ferit Şenyaşar guhdar kir û pişrê got ji bo ku daxwazên malbata Şenyaşar pêk bên wê têbikoşin û piştî axaftinê heyet ji brt deriyê edliyeyê veqetiya.