Kongreya Star: Em bibin dengê parastina hemû jinan

  • 13:40 19 Nîsan 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekê nivîskî girtina jinên siyasetmedar a li bakurê Kurdistan û Tirkiyê şermezar kir û bang li hemû saziyên navneteweyî û mafên mirovan ên jinan kirin ku detswerdanek lezgîn ji bo rewşa Tirkiyê çêbikin.
 
Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê gelek hevşaredar, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Jinan a Rosa û nûçegîhan hatin binçavkirin û girtin. Her wiha niha bi awayekê fermî 9 parlamenter û 55 hevşaredarên HDP'ê girtî ne. Têkildarî girtin û binçavkirinan de Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Bi salane dewleta tirk a faşîst şer û êrîşên xwe li ser gel, sazî û partiyên li bakurê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê nedaye sekinandin. Bi hincetên cuda bi qezenckirina raya netewdewletên Ewropayê êrîş û sûcên li dijî mirovahiyê rawa dike. Ji astengkirina hevdîtinê bi Rêber Apo re, derbasbûna xaka Sûriyeyê, deswerdana Lîbyayê her wiha bikar anîna çekê kîmyewî di şerê Serêkanî û Girê Spî de, girtina şervana YPJ Çîçek Kobanê, ji axa Sûriyeyê birin û hikma muebedê lê birîn, ev hemû sûcên li dij mirovahiyê ne. Tu saziyekî mafê mirovan li cîhanê van sûcan rawa nabîne, bi taybet sûcê ku dewleta tirk li ser gel û jinên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dimeşîne, ji 2015'an ve heta niha parlamenter, siyasetmedar û hevşadarên jin bi îşkenceyan re rûbirû man, ji mafê xwe yê jiyanê bê par hatin hiştin.
 
Jin li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bê sedem tên girtin
 
Di van demên dawî de pirskirêk û nakokiyên dewleta tirk ên hûndirîn zêde dibe. Ji bo ku rengê demokrasî û pir rengî belav nebe, di şexê jinên hevşaredar, siyasetmedar û çalakvan de diperçiqîne. Ev yek jî tê wateya ku hêza dewleta tirk ya çareseriyê bi rêya diyalog û nîqaşan têr nake. Her wiha fikir, rê û rêbazên cuda û alternatîfa jiyana hevbeş û pir rentî tune ye. Yan jî ne mûmkune ku hêza wî ya desthilatdariyê bihêle jiyaneke azad bijî. Ev zagona Stenbolê li dijî tundiya li ser jin û malbat mafê parastina jinan misoger dikir. Êdî bi rê û rêbazên ji bo rawakirina girtin û binçavkirina jinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xwe ji hevpeymana Stenbolê vekişand. Bi vê awayî jin bi rojane tên binçavkirin. Di heman demê de êrîş li ser Komeleya Rose hat kirin û hin endam û dayikên aştiyê hatin girtin. Ev kiryarên hovane dide diyar kirin ku dewleta tirk ji bo parastina Împaratoriya Osmaniyan her cûre hovitî bi kar tîne. Her reng û cureyên îşkence û peydakirina zor û zehmetiyan karê xwe yê sereke dibîne. Ji bo astengiya projeya demokrasî û wekheviya zayendan êrîş bi kar tîne. Ji ber desthilatdar baş dizane ku projeya ku jin têde bingeh were girtin wê ew proje bi ser bike.
 
Divê destwerdeaneke lezgîn ji bo Tirkiyê çêbe
 
Em wek Rêxistina Kongreya Star bang li hemû saziyên navneteweyî yên mafên mirovan û mafên jinan dikin ku destwerdaneke lezgîn ji bo rewşa Tirkiyê çêdibe û mijarên girtina bê heq yê parlementor û hevşaredarên gelên azadîxwaz were lêkolînkirin. Her wiha banga me ji bo tevahî rêxistinên jinan ku bi yek deng û yek helwesbin ji bo neheqiya ku li ser jinan tê kirin bi xurtkirina kar û xebatên jin ên ji bo pêkanîna projeya netewa demokratîk armanca me be. Dîsa banga me ji  hemû jinên Kurdistanê heye ku roleke sereke û bingehîn li dar xistina kongreya netewî de bileyizin da ku em bibin dengê hêza parastina hemû jinan."