HDP'ê kitêboka Kobanê çap kir

  • 13:36 19 Nîsan 2021
  • Rojane
ENQERE - Têkildarî protestoyên Kobanê HDP'ê kitêboka ji 26 rûpelan pêk tê çap kir. Di pirtûkê de bûyerên ji 2014'an heta niha hatin jiyîn cihên xwe girtin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di protestoyên di 2014'an ên Kobanê de pirtûka bi serenavên "Di eslê xwe de çi bû?","Derew û Rastî" kitêbokek derxist. Di pirtûkê de bûyerên ji 2014'an heta niha û pêvajoya siyasî û hiqûqî cih girtin. Kitêboka ji 26 rûpelî pêk tê ji rojnameger, nivîskar, siyasetmedar, nûnerên diplomat, rêxistinên civaka sîvîl re hat şandin. 
 
Hûn dikarin ji ser vê lînkê li pirtûkê binêrin: https://we.tl/t-pIJihfdiUG