Li Mexmûrê koma 62’yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewir girt

  • 11:49 19 Nîsan 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya gireva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar hat destpêkirin koma 62’yemîn dewir girt. Li wargehê 123 roj in çalakî didome.
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Îro koma 62’yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt. 123 roj in jî grev didome.
 
Li ser navê koma 61’mîn Sedîq Demîr axivî û tecrît şermazar kir û got: "Azadbûna me girêdayî azadiya serokatiyê ye. Ji ber ku serok hêviya mîletê bindest e. Ji ber ku serok hêviya mîletê kurd e. Ji ber ku serok bûye hêviya hemû mîletên cîhanê. Ji bo Rojhilata Navîn ji bo mirovên bindest bûye hêviyek. Ji ber wê yekê her kes hêviya xwe di fikr û ramanê Serok Apo de dibine. Sedema tecridê çi ye? Çima tecrît ewqas giran dikin? Tecrîd ji ber tifaqên navbera miletê kurda de nîne tecrîd pêk tê. 
 
Hinek hizbên me yên kurdî xwe di nava çeteyan de asê kirin e. Him çeteyên li Başûr, him jî yên li Bakur li pêşiya tifaqa Gelê Kurd dibin asteng. Nahêlin ku destê me xurt bibe û ji ber vê jî şoreş dirêj dibe. Hemû partiyên kurd destê xwe bidin hev, wê çi pirsgirêkên me nemînîn. 
 
Em behsa Gelê Başûr nakin, em behsa kesên xwe firoş dikin. Çend mirovên me yên li Başûr rabin serhildanê wan avêtin zindanê. Li girtîgehên Amedê çawa hevalên me li berxwe dan, serî li hemberî dijmin netewand bi ser ketin. Em weki her tim mafdar in. Li Heftenînînê desthilatdarî têk çû û li Garê jî bi berxwedan û lehengiyê re rûbirû man. 
 
Em piştgiriya kesî nakin, em piştgiriya zindanê nakin, em li kêlaka hev in. Heya serok azad bibe, em ê li kêlaka hev bin. Heya serok azad nebe, divê çalakiyên me ranewestin. Ev gel hêviya xwe di fikr û ramanê serok de dibînîn. Heya azadiya serokatî em ê çalakiyên xwe bidomînîn û wê berxwedana me bidome."
 
Merasîma dewr girtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" dawî bû.