'Piştevaniya me ya ji bo TJA û Rosayê di nav çar dîwaran de namîne'

  • 09:06 19 Nîsan 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku êrîşên li hemberî Komeleya Jinan a Rosa û TJA’yê tê wateya ku qadên di destên jinan de bigirin û wiha gotin: "Em ê têkoşînê bi hev re bimeşînin. Piştevaniya me nav çar dîwaran de namîne.”
 
Li Amedê di 5’ê nîsanê de, di nav de endamên TJA û Komeleya Jinan a Rosa û nûçegîhana me Berîtan Canozer jî heyî 26 jin di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. 11 jin ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û bo dayika Aştiyê Nezahat Teke hepsa malê hat dayîn. 14 jin jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan. Jinan diyar kirin ku operasyona binçavkirin û girtinê bi armanca terorîzekirin û marjînalkirina jinan tê kirin û bi taybet li bajarên kurdan zext gelek zêde ne.
 
‘Em piştgiriyê didin têkoşîna wan’
 
Endama Piştevaniya Mor Cansur Erkmen destnîşan kir ku desthilatdarî bi ferzkirina jina makûl, dijminahiya li hember jinê aşkera nîşan dide û bi feshkirina Peymana Stenbolê re ev dijminahî wê zêdetir be. Cansuyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrîşa li hember Komeleya Rosa ne yekem e. Bi qestî tê kirin û hewl didin pêşî li têkoşînê bigirin. Em êrîşê ne tenê li hember Komeleya Rosa, em li hember têkoşîna jinên Tirkiyeyê dinirxînin. Em rêxistinên jinan dibêjin ku em ligel hevalên xwe yên girtîne. Ji dûrve be jî em piştgiriyê didin têkoşîna wan.”
 
Cansuyê her wiha diyar kir ku Komeleya Jinan a Piştevaniya Mor a Antakyayê hatiye girtin û cezayê pere lê hatiye birîn û daxuyakirin ku ew van êrîşên li hember têkoşîna jinê qebûl nakin.
 
‘Li bajarên kurd zext zêdetirin’
 
Ji Komeleya Jinan a Îzmîrê Zeynep Tuna bi lêv kir ku di 2019’an ku dema Sadullah Ergîn wezaretê Dadê bû, mirinên jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûye û wiha pê de çû: “Îro nayê zanîn ku ev hejmar çi bûn. Komele bi derfetên kêm xebatên li dijî şîdeta li ser jinan dimeşîne. Lê zextên li hember me hebûn û naqedin. Bêguman ev zext li bajarên Kurdan hîn bêtirin. Em hemû para xwe ji şîdetê digirin. Em di piştevaniyê de ne. Li gorî gelek lêkolînên hatine kirin jin bi saziyên jina bawerin. Tevî vê qadên jinan yek bi yek tên girtin. Jin bi jinan bawerin. Rihê piştevaniyê jî ji virt ê. Merciyek din tune. Gelo wê biçin qerekolê? An jî cihekî din? Bersiva ku li wir bigire diyare. Mehsa mutabakata Enqereyê tê kirin. Lê ji rêxistinên jinan napirsin, an jî ew rêxistin ne em in.”
 
‘Hewl didin terorîze bikin’
 
Ji Parastina Jinê Emîne Akbaba jî derbarê polîtîkayên dewletê ya li hemberî komeleyên jinan ên herêmê de wiha got: “Desthilatdariyê şertên pandemiyê kir derfet û dihiqûqî rewa kir. Li her bajarî jin tên dorpêçkirin û hewl tê dayîn dengê wan bê birîn. Êrîşên li hember Komeleya Rosa, bi armanca terorîzekirin û marjînalkirinê tê kirin. Lê em ligel hev bi hev re têdikoşin. Peywira ku divê dewlet bike, komeleyên jinan dikin. Dewlet di esasê de êrîşê mafê parastina cewherî a jnan jî dke. Me wek êrîşa li hember Komeleya Rosa, bi tayînkirina qeyûman jî dît. Ewil komeyên jinan, stargeh girtin. Me heman tişt li zanîngeha Bogazîçî dît. Em ê dengê Komeleya Rosa bilind bikin. Hûn dikarin wan nav çar dîwaran de heps bikin lê em nav çar dîwaran de namînin, piştevaniya me nav çar dîwaran de namîne.”