5’emîn salvegera qetilkirina Remziye Bor e: Riyên hiqûqî tên girtin

  • 09:04 19 Nîsan 2021
  • Rojane
Aynur Aslan-Rabîa Onver
 
WAN - Remziye Bor 5 sal berê di serdegirtina mala wê de hatibû qetilkirin û ji bo wê bi destê darazê hemû riyên hiqûqî tên girtin. Parêzerên wê der barê mijarê de serî DDB’ê dan û malbatê jî diyar kir ku heta kujer neyên darizandin wê têbikoşin.
 
Li navçeya Îpekyolu ya Wanê li taxa Hacibekîr, jina bi navê Remziye Bor ku 7 meh û nîv ducanî bû, di serdegirtina mala wê de hatibû qetilkirin. Di ser bûyerê re 5 sal derbas bû. Tevî ku evqas dem derbas bûye gumanbar nehatin girtin, dosya ji kiryarnediyariyê re hiştin.
 
Bebek bi sezeryanê girtin
 
Bûyer di 19’ê Nîsana 2016’an de pêk hat. Polîsan bi ser mala wê de girtibûn û bi giranî birîndar bûbû. Remziye rakiribûn Beşa Giran a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê. 28 rojan di beşa giran de ma û çawa ku rewşa Remziyeyê giran bû, bebeka di zikê wê de bi sezeryanê hat girtin. Remziye di 19’ê Gulana 2016’an de jiyana xwe ji dest da.
 
Belgeyên serlêdana sûc winda bûn
 
Di ser bûyerê re 5 sal derbas bû lê derbarê gumanbaran de doz nehat vekirin. Malbatê bi hevkariya parêzeran di 6’ê Sibata 2017’an de der barê polîsan de li Serdozgeriya Komarê ya Wanê doz vekir lê serlêdan du salan bê bersiv ma. Parêzerên ku aqubeta serlêdanê pirsîn jî, fêr bûn ku belge winda bûne û neketiye meriyetê. Hinceta vê jî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê nîşan dan. Her wiha ji parêzeran re gotin ku dozgerê lêpirsînê ji FETO’yê hatiye îxrackirin.
 
Doz birin DDB’ê
 
Parêzeran di 22’ê Tebaxa 2019’an de ji sûcê ‘bi teqsîrî bûne sedema mirinê’ serî li serdozgeriya Wanê dan. Dozgeriyê di 2020’an de di meha kanûnê de biryar ‘hewce bi lêpirsînê nîne’ dan. Parêzeran biryar birin 2’yemîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Wanê. Dadgeriyê di 8’ê Sibata 2021’ê de îtîraz red kir. Malbatê piştre bi hevkariya parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.
 
Der barê Remziyeyê de doz hat vekirin
 
Li aliyê din jî der barê Remziyeya ku jiyana xwe ji dest da û hevjînê wê Îrfan Bor de di 2’yê Kanûna 2016’an de bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hat vekirin. Ji ber Remziye jiyana xwe ji dest dabû, hewce bi darizandinê nedîtin û der barê Îrfan Bor de 7 al û 6 meh ceza hat birîn.
 
Parêzerê malbatê Veysî Guneş, hevjînê Remziyeyê Îrfan Bor û xwişka wê Mahsîma Kamerî axivîn.
 
‘Serlêdan bê encam man’
 
Parêzer Veysî Guneş diyar kir ku hemû serlêdanên wan bê bersiv dimînin û di 1’ê Adarê de jî serî li DDB’ê dane û got: “Der barê ku Remziye Bor li ku derê malê bû tu tespît tune. Çekê ku tê îdiakirin ên hêzên ewlehiyê bi kar tînin û endamên rêxistinê bi kar anîne ji hev cuda ne. Tenê li ser çekan lêkolînek balîstîk bê kirin, qetilkirina Remziye Bor tê aşkerakirin. Lê merciya lêpirsînê ev pêk neanî. Hemû serlêdanên me hatin redkirin. Me serî li DDB’ê da. Ji 2016’an heta niha ji bo lêpirsîn bê berfirehkirin me 5 caran daxwazname da. Mixabin tu pêşketin çênebû.”
 
Veysî destnîşan kir ku di şexsê Remziye Bor de jina kurd hatiye qetilkirin û bi lêv kir ku li Tirkiyeyê daraz tune ye û wiha dawî lê anî: “Tirkiye bûye bihuşta kuştinên kiryar nediyar. Ew kes kurd be û bi taybet jin be, rastî her cureyên zilm û qetilkirinê tên. Ji paşerojê heta niha ger ku îhmaleke dewletê hebe, hema serê van bûyeran tên girtin. Dosyaya Remziyeyê jî diçe kuştinên kiryar nediyar. Lê em ê têkoşînê bidomînin. Ji bo Nevalê û ji bo pêşî li kuştinên jinan bên girtin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Hevjîna te terorîst e me kuşt’
 
Îrfan Bor jî ku ji girtîgehê tahliye bû der barê roja bûyerê de wiha got: “19’ê Nîsanê ez ji bo kar derketim derve. Remziye tenê li malê bû.Polîs li min geriyan ez di 17.00’an de hatim malê. Taxa me hemû girtibûn. Min ji polîsan re got mala min e ez diçim hundir. Min çawa navê xwe got, li min xistin û ez ji ser hişê xwe ve çûm. Av li rûyê min kirin. Ez birim hundir. Li her derê şopa guleyan hebû. Min got ‘Remziye li ku ye’, gotin ‘hevjîna te terorîst e, me li wê xist em ê li te jî bixînin’. Şîdet li min, li birayê min, li xwediyê xanî kirin. Îşkence li emniyetê berdewam kir. Hêzên emniyetê gotin ‘ger tu dixwazî hevjîna te bijî tuyê her tiştî qebûl bikî.’ Min jî got ‘ez dixwazim hevjîna min bijî lê ez tiştekî qebûl nakim.”
 
Îrfan di dawiyê de jî da zanîn ku zextên li ser malbata wî zêde bûne û got: “Bila kuştinên jinan bi dawî bibin. Heta ku gumanbar neyên darizandin ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”
 
’Remziye ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin’
 
Xwişka Remziyeyê, Mahsîma Kamerî jî wiha got: “Ez naxwazim ev dosya bibe kiryar nediyar. Ez ji wezareta dadê vê dixwazim, bêguman ger ku edalet li Tirkiyeyê hebe; Bila kujerên xwişka min bidarizînin. Remziye çima hat qetilkirin? Bi çi sedemê hat qetilkirin? Çima nehat parastin? Remziye ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin. Sedsal jî derbas be em ê li mafê xwe bigerin.”
 
Neval 5 salî ye
 
Neval a ku bi sezeryanê ji zikê dayika wê hatibû girtin, dayika xwe nedît, dayika wê jî ew nedît. Neval niha 5 salî ye. Yek ji kesên ku pêvajoyê zehmet derbas dike Nevale di esasê de. Ligel vê bavê xwe jî heta 5 salî nedît. Meta wê ku hîna 16 salî bû neçar ma li Nevalê binêre. Nevalê ji meta xwe re got ‘dayê’. Ew her çiqas bûyerê baş nizanibe jî, dizane ku dayika wê jiyana xwe ji dest daye.