Çalakiya grevê ya li Mexmûrê di roja 122’an de didome

  • 15:05 18 Nîsan 2021
  • Rojane
 
 MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, bi koma 61’emîn di roja 122’an de dewam dike. Çalakvanên jin anîn ziman ku ‘îşkenceya li Îmralî tê meşandin bi zanebûne.’’
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 61’emîn di roja 122’an berdewam dike. 
 
Çalakvanên Jin ku tevlî gireva birçîbûnê bune di derbarê tevlîbûna xwe ya çalakiyê de ji ajansa me re axivîn.
 
'Kurd di bin tecrîdê de ne' 
 
Çalakvan Şîrîn Hilalî di derbarê armanca xwe ya tevlîbûna çalakiyê de wiha got: ‘’22 sal e cîhanê çavê xwe ji tecrîd û îşkenceya li Îmralî tê meşandin re girtiye. Ev ne tiştekî rewa ye, serokatiya me bi tena serê xwe di bin şert û mercên giran de li ber xwe dide. Ev tecrîta ku li ser rêberê me tê meşandin li ser tevahiya kurdan tê meşandin . Li hemberî van çewisandin û zordariya tê meşandin gelo wê heta kengî cîhan bê deng bimîne. Divê êdî her kes xwedî li wijdana xwe derkeve, çavê xwe veke û li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne. Bi taybet ez bang li malbatên şehîdan, malbatên walatparêz dikim ku xwedî li erka xwe û berdêlên ku dane derkevin. Em şêniyên Mexmurê ji bo bidawîkirin vê tecrîtê di nava çalakiyan d ene, hewil didin her kêlî bi serokatiya xwe re bijîn. Ev deyneke li ser milê me ye.  Ji ber kU me bi saya fikrêN Rêber Apo karî dengê xwe li cîhanê bilind bikin û mafê xwe bixwazin. Eger îro hebûna me li cîhanê tê nîqaşkirin û qebûlkirin ev bi saya keda Rêber Apo ye.’’
 
'Tevli pêngaa dem dema azadyê ye bibin'
 
Çalakvana ciwan Zîlan Babat jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: ‘’Armanva me ya tevlîbûna çalakiyê diyare, heta ku em ne gihin armanca xwe tecrîta li ser Rêberê xwe bi dawî nekin em dev ji çalakiyên xwe bernadin. Va bû 22 sal Serokatiya me ji bo gelê xwe li ber xwe dide, divê em jî ji bo azadiya wî ya fizîkî her tiştî bikin. Di dawiyê de ez bang li hemû jinên cîhanê dikim ku tevlî pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bibin û tecrîtê bi dawî bikin."