Li Îranê erdhej pêk hat

  • 11:45 18 Nîsan 2021
  • Rojane
 
WAN - Li Îranê bi hêza 5.9 erdhej pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê kesek birîndar bûye û gelek malan jî zerar dîtiye.
 
Li Îranê bi hêza 5.9 erdhej pêk hat. Hat ragihandin ku erdhej li derdora bendergeha Gûnaveyê ku di navbera eyaletên Bûşehr û Farsê de ye pêk hatiye. Çapemeniya Îranê ragihand ku erdhej bi 10 kîlometreyî li binê erdê pêk hatiye. 
 
Vê carê jî di erdheja ku pêk hat de lil gorî agahiyên destpêkê hat diyarkirin ku kesek birîndar bûye û gelek malan jî zerar dîtiye. Hat ragihandin ku li bajarê erdhej lê pêk hatiye santaleke nuklearê jî heye.
 
Herwiha 18'ê Sibatê jî li başûr rojavayê welêt bi dijwariya 5.4 pileyî bi 10 kîlometreyî li binê erdê erdhejek pêk hatibû û bûbû sedema zerara madî. Erdhejê bandoreke giran li 78 gundan kiribû, bi sedan mal hilweşiya bûn.