Çalakiya greva birçîbûnê 143 roj in didome
- 10:04 18 Nîsan 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin 143'yemîn de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 29'emîn di roja 143'yemîn de didome.
Li gel malbatên girtiyan rêxisitnên saziyên sivîl jî diyar kirin ku bila tecrîd bê bidawîkirin û xwestin ku xwedî li çalakiya girtiyan bê darketin.
Li Yewnanistanê çalakî di roja 105'an de ye
Li Kampa Lavrîo jî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi armanca piştevaniya çalakiya li girtîgehan çalakiya greva birçîbûn hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 105'emîn de berdewam dike. Çalakî di pêşengiya Tevgera Jinên Kurdistan a Ewropa, Navenda Çandê ya Kurdistan û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TŞC) de berdewam dike.