30 sal derbas bûn lê zextên dewletê neguherîn

  • 09:06 18 Nîsan 2021
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Li gundê Zorova yê Sûra Amedê leşkeran ciwan li qada gund kom kirin, li wan dan û tehdîd kirin. Malbatan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku ew ji zextan natirsin û gotin van pêkanînan salên 90’î bezandiye.
 
Li gundê Zorova yê Sûra Amedê li dîwarekî nivîsa ‘Em bi qasî ku bimirin ji jiyanê hez dikin’ hatibû nivîsîn û ji ber vê leşkeran di 14’ê Nîsanê de bi ser gunde girtin û hemû ciwan li qada gund kom kirin. Leşkeran li ciwanên ku li qadê anîn gel hev dan, pişre li wesayîtan kirin û ji gund dur xistin. Ciwanên ku seranserê rê rastî heqeret, tehdîd û gotinên nîjadperest yên leşkeran hatin, piştî demekê şûnde anîn gund. Li aliyê din jî leşekran gotin wê qerekolê li gund çêbikin û nivîsa ser dîwar jî boyax kirin.
 
Gundî der barê mijarê de axivîn û bi lêv kirin ku leşker hewl didin pêkanînên wekê şewitandina gund, li qada gund komkirin û îşkencekirinên salên 90’î şûnde bînin.
 
Ji ciwanên ku rastî zext û tehdîdê hat Firat Aslan bi lêv kir ku roja bûyerê li gund nebû û piştî malbata wî lê geriyaye hatiye û ji aliyê leşkeran ve li gund hatiye girtin. Firat diyar kir ku seranserê rê rastî tehdîd û zextê hatiye.
 
‘Me serlêdana sûc kir’
 
Yunus Aslan ku leşkeran lê da jî daxuyakirin ku bi sê birayên xwe re ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin û ew jî birine cem ciwanên din yên li qadê kom kiribûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewl didin gundiyan bitirsînin. Gundî polîtîka dewletê qebûl nakin. Em çar bira li wesayîtê siwar kirin. Her tim ji me nav dixwestin. Piştre gotin wê qerekolê çêbikin. Me der barê kesên ku li me dan de serlêdana sûc kir.”
 
‘Salên 90’î bezand’
 
Azîze Aslan jî bertek nîşan da û destnîşan kir ku leşker her tim bi ser gund de digirin û wiha pê de çû: “Malên me tên serobinokirin û zarokên me tên girtin. Leşker ji bo ciwanan bitirsînin serî li vê riyê didin.Her tim zilmê li me dikin. Carna leşker tên û heta êvarê li vir disekinin. Em nizanin çi ji me dixwazin. Tiştên em dijîn salên 90’î bezandine. Em polîtîkayên çewisandinê qebûl nakin. Dixwazin ciwanan bitirsînin û bikin sîxur. Em nizanin çi dixwazin. Şukur ku gundê me serî natewîne.”
 
‘Dema ku her kes bibe yek wê nikaribin wisa bikin’
 
Emîne Çîtak jî ev tişt anî ziman: “Leşker mal bi mal digerin ciwanan kom dikin. Em vê qebûl nakin. Ciwanên me tên derbkirin. 15 ciwan li ber çavên me girtin û derb kirin. li wesayîtan kirin û tehdîd kirin. Berê jî leşker dihatin gund û her kes li qada gund kom dikirin. Tiştên em niha dijîn hîn xerabtirin. Heqeretê li şehîdên me dikin. Em vê çawa qebûl bikin. Em qebûl nakin. Ger ku her kes bibe yek wê nikaribin wisa bikin.”
 
‘Bi zanebûn wisa dikin’
 
Zal Çîtak jî yek ji ciwanên ku ji aliyê leşkeran ve hat derbkirin û tehdîdkirin e û wiha got: “Li min dan û min tehdît kirin. Seranserê rê leşkeran ez tehdîd kirim. Digotin navê kesan bide. Min qebûl nekir û heqeret kirin. Li min dan. Bi zanebûn berê xwe didin ciwanan.”
 
‘Em ji wan natirsin’
 
Sabriye Aslan jî anî ziman ku her tim li ser ciwanên gund zext hene û wiha dawî lê anî: “Em naxwazin leşker bên gund. Ji ber ku em kurdin wisa zextan dikin. Ciwanên me tên girtin û li wan didin.”
 
Sultan Çetîner jî ev tişt bi lêv kir: “Di nav ciwanên ku li wan dan de zarokên min tunebûn. Lê tiştên hatine jiyîn dijmirovî ye. Divê li gund her kes bibe yek. Em ê her tim ligel ciwanên xwe bin. Hewl didin me bi çekan bitirsînin lê em ji wan natirsin.”