‘Ji Peymanê vekişîn tunehesibandina civakê ye’

  • 09:03 18 Nîsan 2021
  • Rojane
Sena Dolar
 
STENBOL - Femînîst parêzer Merîç Eyupoglu biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ku piştî nîqaşên hinek aliyan yên wekê ‘malbatê xera dike’ pêk hat, nirxand û got: “Ev cihên ku malbat tên nirxandin malbat ji bo wan dibêjin, cihên ku em li wan rastî tecawiz, cihên ku em rastî şîdet û kuştinê tên e. Malbata ku tê parastin jî ev e. Di pêvajoyeke ku muxalefeta civakê xwedî li Peymanê derdiket de, dayîna vê biryarê tê wateya tunehesibandina civakê.”
 
Bi îmzeya serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di nîvê şeva 20’ê Adarê de biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê hat dayîn. Rêxistinên jinan û baroyan diyar kirin ku bi biryara yek kesî ji vê peymana navneteweyî vekişîn li dijî hiqûqê ye û serî li Dadgeha bilind dan. Her çiqad peyman bi hiqûqî di meriyetê de be jî, biryara serokokmar di ser mekanîzmayên hiqûqî re cih digire û serlêdanên jinan yên der barê şîdetê de, hêzên emniyetê ku di vê mijarê de tiştekî nakin û bêcezahiştina gumanbaran heye. Piştî daxistinên ji rewşa baş û tahrîka bêmaf, gumanbar ji aliyê dadgehan ve tên berdan û xelatkirin.
 
Piştî biryara vekişînê şûnde 31 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Piştî êrîşên eniya desthilatdariyê ya li hember Peymana Stenbolê şûnde, li gorî daneyên ku ajansa me berhev kiriye di 2020’an de 332 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 110 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di hefteya ewil ya sala 2021’ê de 6 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û piştî biryara vekişîna ji peymanê jî di 7 rojan de 12 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Ji 20’ê Adarê heta niha 31 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin.
 
Jin li kolanan bersivê didin
 
Jin li dijî kuştinên jinan yên zêde bûne li dijî êrîşên li hember destkeftiyên jinan li kolanan bersivê didin desthilatdariyê. Jinan diyar kirin ku ew biryara feshkirinê nas nakin û diyarkirin ku biryara feshkirina peymana Stenbolê, wek şerê ku li hember wan hatiye destpêkirin dinirxînin û her wiha gotin hîna jî Peyman di meriyetê de ye û divê pêk bê. Femînîst parêzer Merîç Eyuboglu der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û daxuyakirin ku biryara feshkirinê cesaret daye gumanbaran.
 
‘Malbata tê parastin ev e’
 
Merîçê destnîşan kir ku Peymana Stenbolê li ser têgeha malbatê ji nîqaşê re hatiye vekirin û wiha pê de çû: “ Gelo ev malbat tiştek çawa ye? Beriya her tiştî em ji bav, bira, hevjînên xwe û mêrên li malê şîdetê dibînin. Ev cihên ku malbat malbat dibêjin, cihên ku em li wan rastî tecawiz, cihên ku em rastî şîdet û kuştinê tên e. Malbata ku tê parastin jî ev e. Di pêvajoyeke ku muxalefeta civakê xwedî li Peymanê derdiket de, dayîna vê biryarê tê wateya tunehesibandina civakê.”
 
‘Peyman tunebe jî kuştina jinan sûc e’
 
Merîçê her wiha bi lêv kir ku bi vekişîna ji peymanê, peyamek ji bo gumanbarên mêr hatiye dayîn e û daxuyakirin ku piştî biryarê di 24 saetan de 6 jin hatine qetilkirin. Merîçê ev tişt anî ziman: “Bi vekîşa ji peymanê ji bo mêran ev peyman hat dayîn ‘Tu tiştek nabe. Hun nayên cezakirin. Min tişta ku dibû sedema vê ji holê rakir.’ Wisa xuyaye ku ev peyam hatiye girtin ku di 24 saetan de 6 jin hatin kuştin.Lê qanûna hejmar 6284 û yên din hene. Kuştina mirovan sûc e. Tecawiz hîna sûc e. Ji bo vê herwcedarî tenê bi peymana Stenbolê tune ye. Ji ber vê jî mêran peyam şaş girtin e.”
 
Merîçê di dawiyê de bi lêv kir ku êrîşên jin pê re hatine rû hev polîtîkin û got wê jin heta dawî xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.