Li Mexmûrê koma 61’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewir girt

  • 10:23 17 Nîsan 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya gireva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar hatî destpêkirin koma 61’emîn dewir girt. Li wargehê 121 roj in çalakî didome. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Îro koma 61’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt. 121 roj in jî grev didome
 
Li ser navê koma 60’emîn Filîz Budak axivî û wiha got: "Çalakiya gireva birçîbûnê ku ji bo şikandina tecrîta girankirî ku 22 sal in di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî Gelê Kurd tê meşandin, bi coş berdewam dike. Dewleta dagirker bi salane bi îşkence û tecrîtê dixwaze îrade û hebûna Gelê Kurd, dîrok û çanda Gelê Kurd her wiha netewa Gelê Kurd tune bike. Li beramberî sîstema îşkencê her tim pêngava yekem li zîdanan ji aliyên dîlên azadiyê ve tên destpêkirin. Zîndanên ku dijmin dixwest bikin cihê teslîmkirinê û cihê îrade şikandinê, lê berxwedêran bi îrade û berxwedana xwe ev qad kirin cihê têkoşînê kirin cihê berxwedanê.  Bi berxwedana xwe bersiva zext û tinekirina li ser Gelê Kurd tê meşandindan."
 
Filîz Budak li ser hemleya ku hatî destpêkirin jî wiha axivî: "Hemleya ku hatî destpêkirin xwedî îdiayekî mezin e, pêwîste sekna Gelê Kurd sekna dostên Gelê Kurd sekna kesên ku dibêjin em paradîgmaya civaka demokratîk û ekolojîk û azadiya jinê dipejirînin divê sekna wan diyar be. Divê gotin çi be çalakî ew be, ji ber wê çendê divê di Gelê Kurd de fikir zikir û çalakî yek be ku Gelê Kurd bigihije armanca xwe. Li ser vî esasî heta Rêber Apo bi awayek fizîkî azad nebe, heta zilim û îşkenceya li ser Gelê Kurd bi dawî nebe û heya projeya Netewa Demokratîk nekeve meriyetê em dev ji çalakiyên xwe bernadin û em ê têbikoşin." 
 
Merasîma dewir girtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zîndana" bi dawî bû.