Derbarê gumanbar de gilî kirin, qereqolê tenê îfade girt

  • 09:05 17 Nîsan 2021
  • Rojane
MELETÎ - Gulseren Akpinar a ku bi dayika hevjînê xwe re, bi şîdeta komek mêr re rûbi rû ma, diyar kir ku derbarê gumanbaran de gilî kirine lê ji bilî îfadegirtinê wêdetir tiştek nehatiye kirin.
 
Li Tirkiyeyê bi biryara serokomar Peymana Stenbolê hat feskirin, gotinên rayedaran, bêceza hiştina sûcdaran rê li ber kuştin û şîdeta li hemberî jinê vedike. Li gundê Kepez a girêdayê navçeya Kurecîk a Meletiyê jina bi navê Gulseren Akpinar di 12’yê nîsanê de ji aliyê komek mêrên ku xizmên hevjînê wê bûn lêdan xwar. Her wiha xesûya wê jî lêdan xwar. Gulserenê roja bûyerê ji ajansa me re got û got keyayê gund bûye hevkarê êrîşa mêran.
 
‘Êrîşê min kirin’
 
Gulserenê destnîşan kir ku hevjînê wê binê darên mişmişan paqij dikir û wê navberê de mêrên li gund rêya ber mala me girtin. Gulserenê da zanîn ku wê jî ji wan re gotiye divê hûn rê negirtin û li ser vê dest bi nîqaşê kirine. Gulserenê wiha berdewam kir: “Ez û mêrê bi navê Haydar em ketin nîqaşê. Kevir avêt min. Min got tiştekî wisa neke. Lê tevî vê bi ser min de hat û bi min re nîqaşa berdewam kir. Piştre bûyer bidawî bû ez çûm axûr ku êm bidim sewalan. Ji derve deng hat. Min ji paçê mêze kir ku mêrek dijûnan ji xesûya min dike. Min jî got ‘hûn şerm nakin ji jinan 80 salî re dijûnan dikin?’ Piştre dîsa êrîşê min kirin. Mêrê bi navê Haydar kevir girt û li serê min xist.”
 
‘Ez ê çawa di ewlehiyê de bim’
 
Gulserenê bi lêv kir ku piştî bûyerê keyayê gund hatiye û got keya jî heqeret li wê kiriye û wiha dawî lê anî: “Em çûn qerekolê. Me gilî kir. Lê tenê îfadeya wan hat girtin. Piştî bûyerê keya ji min re got ‘bê terbiyatiyê neke, ewil axaftinê fêr bibe’. Min jî ji keya re got divê tu jî karê xwe bikî. Lê keya li şûna bûyerê çareser bike bi ser me de hat. Keya dibêje ‘tu nikarî karê min lêpirsîn bikî.’ Gelo ez ê çawa li mala xwe bi ewle bijîm."