OHD wê di dema nû de atolyeyan pêk bîne

  • 09:03 17 Nîsan 2021
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hevseroka Şaxa OHD’a ya Amedê parêzer Ozum Vurgun derbarê xebatan de axivî û got: “Ji bo em xwe bizanin, di têkoşîna jinê de bêtir aktîf bin û têkoşîna jinê bizann, wê atolyê me hebin.”
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê di 26’ê adarê de kongreya xwe pêk anî û hevserokên wê parêzer Ozum Vurgun û Muharrem Şahîn hatin hilbijartin. Parêzer Ozum Vurgun diyar kir ku piştî hilbijartinê ji bo dema nû planên wan hene û bi taybet jî derbarê pirsgirêkên jinan de wê planan pratîze bikin. 
 
Ozumê destnîşan kir ku OHD rêxistineke civaka sivîl a giştî ye e û bi lêv kir ku beyî ku pêşî li rêxistinên civaka sivîl yên ji bo jinan dixebitin bigirin, di qada hiqûqê de bibin dengê jinan. Ozumê wiha dirêjî da axaftina xwe: “OHD ligel hemû gelên bindest, Gelê Kurd, ziman, etnîk, ekolojî, LGBTÎ, zarok û jinan e. Komeleya me bêyî ku newekheviya çînî bike, xwedî nêrîneke azadîxwaz e. Li Amedê di qada jinan de bi rastî jî me dît ku kêmasiyên me hene û me kêmasiyên xwe derxistin holê. Em ê bi taybetî dozên zarok û jinên ku bi şîdet, îşkence û êrişa zayendî re rûbirû mane bişopînin.”
 
‘Daxwaza tevlîbûna me nayê qebûlkirin’
 
Ozumê destnîşan kir ku di Tora Têkoşîna li Dijî Şîdetê ya Amedê de cih digirin û wiha got: "Em di qada jinê de her hebûn lê em ê hîn bêtir hebûna xwe xurt bikin. Mixabin daxwazên me yên tevlîbûna dozên qetilkirinên jinan nayên qebûlkirin. Em dikarin wek çavdêr dosya temaşe bikin. Em tenê dikarin bi rêya vekaletê dosya bişopînin. Her wiha ger ku tevlîbûna me neyê qebûlkirin jî em ê prosedurek hiqûqî bidin destpêkirin.”
 
‘Em ê perwerdê bidin parêzerên jin’
 
Ozumê destnîşan kir ku dê ji bo parêzeran perwerde bê destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Hem di komîsyonên me jinan de û hem jî ji bo parêzerên jin perwerde dê bê destpêkirin. Em ê di hêla hiqûqî dê piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên jin. Li qadan em ê bi daxuyaniyên çapemeniyê bibin piştevanên jinan. Ligel vê wê atolyeyên me yên femînîzm û jîneolojiyê jî hebin. Ji bo em di têkoşîna azadiya jinê de bêtir aktîf bin û têkoşîna jinê bizanibin wê xebatên atolyeyan bên kirin. Dê di nav wan xebatan de ne tenê jin dê zarok û LGBTÎ jî hebin. Niha planên me ev in. Em komeleyeke du sê salî ne. Me du hefte beriya niha jî kongreya xwe pêk anî." 
 
‘Em bi hev re têbikoşin' 
 
Ozumê bi lêv kir ku cihê komîsyona jinan di nava komeleyê de cuda ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di kongreyê de yek ji mijarên herî zêde em li ser sekinin ‘hiqûqa azad û hiqûqa jinê’ bû. Em bang li hemû hempîşeyên xwe yên jin dikin ku li kîjan saziyê dibin bila bibin bila di komeleya me de di qada jinê de cih bigirin û em bi hev re têbikoşîn."