Geliyê Botanê bi hatina biharê re xemilî

  • 09:02 17 Nîsan 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Geliyê Botanê yê bi hatina biharê re bi kûlîlk û gûlên ku vedibin xemilî bi xweşkahiya xwe mirov sermest dike. 
 
Dema mirov dibêje Botan bi axa xwe ya pîroz û bi dewlemendiya xwezaya xwe tê bîra mirov. Ji ber vê yekê jî bi hatina biharê re Botana rengîn carekedin reng û xweşikiya xwe da nîşandin. Geliyê Botanê jî ku parçeyek ji vê xwezaya dewlemend e bi hatina biharê re bi xweşikî û dewlemendiya xwe mirov mest dike. Kûlîlk û gûlên ku vekirine gelî xemilandine. Dema mirov dikeve geliyî dengê çûkan wek strana herî xweş tê guhê mirov. Geliyê botanê ku her bihar û havînan ji kesên li herêmê re malovaniyê dik û navnîşana geşt û seyranê ye,  vê salî jî li gel şewba vîrûsa koronayê ji gelek kesî re malovaniyê dike. Aliyekî vê xweşkahiya li gelî jî koçerên ku zivistanê ji zozanan hatine û li gelî konên xwe vedan e.
 
Di nav dewlemendiyê de qesrek
 
Her wiha geliyê ku bi xweşkaya xwe ya xwezayî balê dikişîne berhemeke dîrokî ya kevnar  Qesra Elo Dîno jî di nav xwe de dihewîne. Qesra Elo Dîno yek ji berhemên ku di sedsala 16'emîn de hatiye çêkirin. Qesrar li qerexa Çemê Dîcle, di sêgoşeya navçeyên Cizîr, Basa, li nêzî gundê Bafê yê Hezexê cih digire. Lê qesera dîrokî ji ber ku nayê parastin bi tenê dîwarên wê li ser nigan mane. Herwiha rêya ku diçe qeserê jî gelek xeter e, di zinarên ku hatine kolandin pêlik hatine çêkirin û mirov ji bo xwe bigihîne qeserê dikeve nav rêwîtiya dîrokê. Geliyê Botanê bi xweşikbûna xwe mirovan sermest dike û heyran dihêle. Her wiha qesra ku aliyekê wî Hezexê dikeve ji aliyê gel ve wek Deriyê Çiyê tê bi nav kirin.  Ji xeynî qeserê gelek şikeftên dîrokî jî li gelî cih digirin. 
 
Em jî dibêjin kesên ku berê xwe didin Botanê bila di serî de biçin dewlemendî, xweza û xweşikiya Geliyê Botanê bi çavên xwe bibînin.