ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2021'Ê

  • 09:00 17 Nîsan 2021
  • Rojane
*Li Mêrdînê di navbera 3 mehan de 9 jin hatin qetilkirin û 3 jin jî hatin birîndarkirin. Her wiha bi dehan bûyerên êrîşa destdirêjiyê û êrîşa tundîyê ya li ser jinê di çapemeniyê de cihê xwe girtine. 
 
*Geliyê Botanê yê bi hatina biharê re bi kûlîlk û gûlên ku lê vebûne xemilî bi xweşkahiya xwe mirov sermest dike. 
 
*Hevseroka Şaxa OHD’a ya Amedê parêzer Ozum Vurgun derbarê xebatan de axivî û got: “Ji bo em xwe bizanin, di têkoşîna jinê de bêtir aktîf bin û têkoşîna jinê bizann, wê atolyê me hebin.” BI DÎMEN 
 
*Ji ber polîtîka bêcezabûnê li bajaran dizî û firotina hişbirê zêde bû. Pupuş Utku ya li altindagê ye da zanîn ku li taxa wan dizî her diçe zêde dibe û tevî ku polîs dizanin tiştekî nakin. DÎMEN HEYE
 
*Gulseren Akpinar a ku bi dayika hevjînê xwe re, bi şîdeta komek mêr re rûbi rû ma, diyar kir ku derbarê gumanbaran de gilî kirine lê ji bilî îfadegirtinê wêdetir tiştek nehatiye kirin. BI DÎMEN