Li dijî qedexeyan meş

  • 15:39 16 Nîsan 2021
  • Rojane
 
WAN - Komeke HDP’yî li Wanê, li dijî girtina kolana avahiya xwe meşiyan.
 
Kolana Nacîbey a avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê lê ye, carek din ji bo malbatên îdîa dikin ku zarokên wan şandine çiyê, bi bariyeran hat girtin. HDP’yan bertek nîşanî girtina kolana avahiya xwe û qedexeya çalakiyan a hezar û 600 rojin li bajêr dewam dike dan. Koma HDP'ê ku parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç jî di nav de cih girtin, ji Kolena Hunerê heta Kolana Komarê ya li ber Walîtiya Wanê, meşiyan. Koma  di meşê de, bê navber bertek nîşanî qedexeyan û girtina kolana partiya xwe dan.   
 
Li gel dorpêça polîsan meşa koma HDP'ê berdewam dike.