EMEP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir

  • 15:34 16 Nîsan 2021
  • Rojane
RIHA - EMEP'ê serdana malbata Şenyaşar kir û piştevaniya xwe ya çalakiyê anîn ziman. 
 
Çalakiya nobetê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi daxwaza “edaletê” li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin, di roja 39’emîn de didome. Piştgiriyên ji bo Malbata Şenyaşar jî berdeam dikin. Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ûmût Yegîn û Komeleya Pirsûsiyan a Stenbolê serdana malbata Şenyaşar kirin. 
  
Di serdanê de Emîne Şenyaşar jî kêliyên êrişê vegot û ev tişt anîn ziman: “Ev edalet e? Me tenê zilmê dît û em edaletê dixwazin lê 3 caran em binçavkirin.” 
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ûmût Yegîn û serokê Komeleya Pirsûsiyan a Stenbolê Îzzet Kiliç jî di serdanê de axivîn û bal kişandin ser girîngiya çalakiyê.