Malbat û parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 14:06 16 Nîsan 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Malbat, wasî û parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo biçin hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F dimîne, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu ji bo ku bi muwekîlên xwe re roja duşemê hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîha Çetîn bi riya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.  
  
Malbat, parêzer û wasiyê Ocalan ji 14’ê adarê ve bi daxwaza "hevdîtina lezgîn" 14 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê dan û 2 caran jî serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan.
 
Di 23’yê îlonê de bi hinceta “Nexşerêya" ku di sala 2019’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandiye, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn Abdullah Ocalan û 3 girtiyên gel wî. Li gel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê adarê de qediya jî, ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn.
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.
 
Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Abdullah Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê adarê de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn.
 
Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû.