KESK: Em ê bi piştevaniya xwe têkoşîna xwe pêş bixin

  • 13:58 16 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Di civîna çapemeniyê ya têkildarî Peymana Stenbolê û êrişên li ser destkeftiyên jinan a KESK'ê de jinên ji têkoşîna xwe paş gav neavêtin ceza li wan hatin birîn û wiha hat gotin:"Em ê bi piştevaniya xwe têkoşîna xwe pêş bixin."
 
Konfederayona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî zextên di demên dawî de li ser kedkarên cemaweriyê zêde bûne û fesixkirina Peymana Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Giştî ya KESK’ê bi dirûşma “Em dev ji têkoşîna xwe bernadin” pêk hat û rêveberên KESK’ê beşdar bûn. 
 
Sekretera Giştî ya Jinan a KESK’ê Gulistan Atasoy di civînê de axivî û bal kişand ser bêedaliyeta di nava civakê de û got: “Newekheviya ku kapîtalîzma baviksalar diafirîne îro li gelek deverên cîhanê tundî, tacîz, şer, krîz, xizanî, bêkarî, mobbîng, cihêkariyê kûr dike. Tevî van hemûyan jî daxwazên jinan ên wek jiyanek mirovan e, demokrasiya rasteqîn û wekheviyê bilind dibe.” 
 
'Xwestin tundiya li ser jinan were zêdekirin'
 
Gulistanê destnîşan kir ku li dijî têkoşîna jinan feraseta gefxwar û êrişkar li ser jinan êrişên xwe yên bîrdozî zêde kirine û got: “Bi fesixkirina Peymana Stenbolê û yasayên nû tê xwestin tundiya li ser jinan were zêdekirin.” 
 
'Bi sepanên neheq û bêhiqûqî re rûbirû dimînin' 
 
Gulistanê anî ziman ku îqtidara AKP’ê tiştên mîna hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û pandemiyê ji xwe re veguherandiye fersendê û ev yek jî avakirina rejîma “yek zilamî” nîşan dide. Gulistanê da zanîn ku ji ber li her deverê rêxistinbûyîna xwe li pêş dixin û ji ber vê yekê jî jin bi lêpirsînên neheqî û bêhiqûqî, îxracan, ji kar derxistin û her cûre cezakirinan re rûbirû dimînin. Gulistanê anî ziman ku di demên dawî de jinên endam û rêveberên saziyên cuda bi sepanên neheq û bêhiqûqî re rûbirû dimînin û xwest tavilê dawî li vê were anîn. 
 
'Em ê bi piştevaniya xwe têkoşîna xwe pêş bixin'
 
Gulistanê  destnîşan kir ku ew ê tevî van zextên li ser endam û rêveberên wan jî dest ji têkoşîna xwe bernedin, ew ê wek jinên KESK’ê qet û qet dest ji têkoşîn, piştevanî û hevgirtina hev bernedin,  ew ê bi piştevaniya xwe têkoşîna xwe pêş bixin û têkoşîna xwe her bi pêş ve bibin.