Mêrê ku xwest zarokê 3 salî qetil bike hat binçavkirin

  • 11:57 16 Nîsan 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Cizîrê Yilmaz Mubarîz ê ku duh êvarê xwest lawê xwe yê 3 salî qetil bike hat binçavkirin.  
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, duh êvarê Yilmaz Mubarîz lawê xwe yê 3 salî avêt Çemê Dîcleyê û xwest qetil bike. Zarokê 3 salî ji aliyê kesên derdorê ve ji avê hat derxistin û bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li vê derê piştî  mûxadeleya ku hat kirin şûnde zarok sewkî nexweşxaneyeke Amedê hat kirin. Hat diyarkirin ku zarokê li beşa lênêrtina giran tê dermankrin rewşa wî giran e. 
 
Yilmaz ê ku xwest zarok qetil bike duh êvarê hat binçavkirin.