Emîne û Ferît ev 39 roj in nobeta 'edaletê' digirin

  • 11:53 16 Nîsan 2021
  • Rojane
 
RIHA - Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar 39 roj in li ber Edliyeya Rihayê didome. 
 
Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurê xwe di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta “Edaletê” kirin. Çalakiya dayik û kurê wê ya  bi daxwaza “Edaletê” di roja 39’emîn de dewam kir.
 
Emîne û Ferît ên bi rojî ne serê sibehê hatin ber edliyeyê û çalakiya nobeta xwe dewam kirin. 
 
Emîne û Ferît dowîzên ku dîmen û girtekên komkujiyê li ser bûn hildan û ji kesên ketin edliyeyê tiştên hatin jiyîn vegotin.