Jinên HDP'yî bi heyeta Danîmarkayî re li ser onlîne hatin gel hev

  • 11:50 16 Nîsan 2021
  • Rojane
ENQERE - Jinên HDP'yî  bi jinên endamên Parlamentoya Danîmarkayê re li ser onlîne derbarê fesihkirina Peymana Stenbolê de nirxandin kirin. 
 
Rêveberên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi jinên endamên Parlamentoya Danîmarkayê re li ser onlîne
derbarê fesihkirina Peymana Stenbolê de nirxandin kirin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Berdevka Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinan a HDP'ê û Hevberdevka Maseya Rojhilata Navîn Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Cîgira Hevserokên Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Uca û endama Komîsyona Têkiliyên Derve ya DHP'ê Ayşe Berktay û endamên Parlamentoya Danîmarkayê Sînem Demîr, Anne Hegelund, Marîa Temponeras û tevlînerên Danîmarkî cih girtin.  
 
'Divê em peymanê bi hev re biparêzin'
 
Ayşe Acar Bajaran a ku di civînê de axivî, diyar kir ku vekişîna ji peyamanê tenê ne pirsgirêka Tirkiyeyê ye û wiha berdewam kir, "Divê em li her dera cîhanê, li dijî zîhniyeta yekperest, mîlîtarîst, nijadperest a pergala mêr têkoşîna jinê ya enternasyonalîst mezin bikin." Feleknas Uca jî wiha got, "Peymana Stenbolê girîngiya xwe ji têkoşîna ku ji bo wê hatiye dayîn digire. Ji ber vê divê em bi hev re vê peymanê biparêzin."
 
'Divê pinpêkirinên mafan bi giştî bên nirxandin'
 
Heyeta danîmarkî jî diyar kir ku ji fesihkirina biryarê heta bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan bi hev re bên nirxandin. Heyetê diyar kir ku civînên bi vî rengî yên derbarê van mijran de girîng in û divê bên kirin."