Ji aktivîsta Îranî Nasîbê Şemsaî agahî nayê girtin

  • 10:32 16 Nîsan 2021
  • Rojane
STENBOL - Aktivîsta İranî Nasîbe Şemsaî ya ku li navçeya Kadîkoyê dijîya û di mala wê de êriş lê hatibû kirin, piştî êrişî şûnde agahî jê nayê girtin.
 
Li Îranê di 2017’an de “Çalakîyên Çarşema Spî” ji aliyê jinan ve hatibû destpêkirin. Aktivîst Nasîbe Şemsaî jî ji ber ku tevlî çalakîyan bûbû 12 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn û Nasîbe ji bêr cezayê hefsê revîya bû Tirkiyeyê. Nasîbe dema ku hatibû Tirkiyeyê li  Balafirgeha Stanbolê hatibû binçavkirin û ew şandibûn Navenda Paşvegerandina Edirneyê û li wir hatibû bicîhkirin.  
 
Parêzerê Nasîbe Kurtuluş Baştîmar li ser medyaya xwe ya civakî  agahî da û got: “4 kesên nasnameya wan ne diyar in êriş li mala Nasîbe kirin û ji wê demê şûnde agahî ji Nasîbeyê nayê girtin.”