Koma 29'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • 09:18 16 Nîsan 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 29'emîn di roja 141'emîn de didome. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro ji aliyê koma 29'emîn ve dewr hat girtin. Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê koma 29'emîn dewr hat girtin di roja 141'emîn de didome.